• DOLAR 32.555
  • EURO 34.953
  • ALTIN 2443.801
  • ...
 "Divê bavê min jî ji nû ve bê darizandin "
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abdullah Arasan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 17 sal e ku di girtîgehê de ye, zarokên wî yên ku li Mêrdînê dijîn ji ÎLKHAyê re axivîn û destnîşan kirin ku ew mexdûrê rêxistina paralel in, bila bavê wan cardin bê darizandin.

“Di seansên îşkencê de qesedên FETO didan guhdarkirin”

Mehmet Arasanê ku lawê Abdullah Arasan bû di derbarê mijarê de destnîşan kir bavê wî ev bû 17 sal ku bavê wî di hepsê de ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê min di sala 2000an de ji ber nasnameya xwe ya Îslamî li Entabê ji teref polêsên FETOyîst ve hat binçavkirin û ji teref polêsên FETOyîst ve bi mehan îşkence lê hat kirin.Bavê min ji min re got polêsên FETOyîst di îşkencê de qesedên FETO bi wan didan guhdarkirin.Heta ev polês ji seansaên îşkencê re molaya nimêjê dane.Bavê min li Entabê nêzî mehekê di îşkencê de ma.Piştî mehekê wî avêtin girtîgehê.Piştî mehekê dîsa ji teref polêsên vê rêxistina paralel ve ji girtîgehê hatiye derxistin û wî cardin binçav kirine.”

 “Bavê min nêzî 6 mehan di binçaviyê de ma”

Arasan di berdewama axavtina xwe destnîşan kir ew wê heyamê nêzî 6 mehan nizanibûn bavê wan li kû ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku em ji bavê xwe xeberekê bistînin me muracatî sazîyên rayedar kir.Piştî 6 mehan em hîn bûn bavê min di bin binçaviyê de ye.Di derheqê bavê min de sûc û delîlek nîn bû, lê cezaya hepsa muebbet dane.17 sal e ku bavê min di girtîgehê de ye.Xalis Yetkînerê ku parêzerê bavê min bû got ku dosyayên ku hatine 7emîn Mehkemeya  Cezaya Giran ceza xwarine.Gelek însanên di vê dosyayê de cezaya hepsa muebbet standine.”

Arasan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dixwazin ku bavê wan ji nû ve bê darizandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Parêzer diyar kirin ev yek ji teref hakim û dozgerên FETO ve bi zanebûn hatiye kirin.Fe’l û finasên FETOyê yên di warên cûda de derketin holê.Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş  destnîşan kiribû ku li wan malbatên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin, îadey-î îtîbar bê kirin û mexdûrîyeta wan ji rastê dê bê rakirin.Ev yek ji me re bû hêvî.Em dixwazin ev yek di gotinê de nemîne.Ev 17 sal e ku bavê min beleseb di girtîgehê de ye.Pêwîst e bavê min ji nû ve bê darizandin û îade-î îtîbar bê kirin.”

“Ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bû hedefa PKK û PDYyê”

Huseyîn Arasanê ku lawê Abdullah Arasan e di derbarê mijarê de destnîşan kir dema ku bavê wî hat girtin ew 4 salî bû û wiha axivî: “Bavê min ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bû hedefa PKK û PDYê.Bavê min ji ber îşkenceyên ku lê hatine kirin nexweş ket.Her çi qas lê îşkence kirin jî wî wan sûcan qebûl nekir.Lê digel vê yekê jî ji teref hakimên FETO ve cezaya hepsa muebbet hat dayîn.”

Her wiha Gulsum Arasana ku qîza Abdullah Arasan e jî qala bavê xwe kir û xwest ku bavê wê ji nû ve bê darizandin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir