• DOLAR 32.501
  • EURO 34.939
  • ALTIN 2439.752
  • ...
Xuhaya xwe bi ceyranê kuşt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li Taxa Huzurê ya girêdayê navenda Êlihê qîzek 17 salî ji teref kekê xwe ve ji ber sedema pirsgirêkek nav malbatê bi ceyranê hatiye kuştin.

Gor idîayan qîza bi navê A.Dyê ji ber sedemek a ku nayê zanîn bi kekê xwe re gengeşe kir. Piştî gengeşê kek li xuhaya xwe xist. Dûvre K.D, av berda ser xuhaya xwe û wê da ceyranê. Qiz di dera vûyerê jiyana xwe ji dest da.  

Hat ragihandin ku kek, bav, dê û jinbir di bergeha lêpirsîna bûyerê de hatin binçavkirin.

Kek îtîraf kir

Kek K.D, di derheqê bûyerê de wiha îfade da: “Min gelek caran li her derê wî xist. Herî dawî ji bo ku wî bitirsînim min av li ser wê kir. Dûvre min qabloyek reş anî aliyekê wî pi pirêzê ve kir. Serê qabloyê ya din jî min danî bi çokê wê û min 5-6 caran da ceyranê. Ji xwe de çû. Min got qey henekan dike. Dema ku di nabeyna 20 deqîqan de nehat hemdê xwe min telefom li ambulansê kir. Ambulans hat. Ji min re gotin miriye. Ez j ili ber malê li benda polêsan mam.”

Dê û jinbira qîzê bi şertê kontrola adlî hatin serbestberdan lê kek û bav hatin girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir