• DOLAR 32.57
  • EURO 35.003
  • ALTIN 2451.939
  • ...
Qempanyeya ji bo hêtîman
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Banqeya Zadê ye Kerwana Umuda Bûrsayê ya ku di nabeyna feqîr û zengînan de wezîfa pirê dibîne bi navê ‘Tu jî cilan li hêtîmê bike’ dest bi qempanyekî kir.

Armanca projê ew e ku ji sedan hêtîman re cil û berg were temînkirin. Gor projeyê dê xêrxwaz û hemwelatî di qabilê 100 lîreyan de an jî zêde tir bikaribin cil û berg li hêtîman bikin.

 Di derbarê mijarê de Serokê Komeleya Alîkariya Kerwana Umudê ya Bûrsayê Adnan Alinç daxuyanî da. Alinç diyar kir ew mensûbê baweriya ku qedr û qîmet dide hêtîm û sêwiyan in. Her wiha Alinç diyar kir ku ew hewl didin her cûr alîkariyê ragihînin hêtîman. Dûvre Alinç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her meh wek rêk û pêk alaîkariyên me yên neqdî çêdibe. Vî carê jî hêj ku îd nehatiye me dest bi qempanyayekî ku dê hêtîm bi xwe ji bo xwe cil bineqînin kir.”

Alinç destnîşan kir ku wek Komeleya Alîkariya Kerwana Umudê wan berî hetîmên ku dê alîkarî li wan were kirin diyar kirine. Dûvre wiha pê de çû: “Înşaellah dê em vî yekê di 12ê Tebaxê de bidin destpêkirin. Lê em hêvîdar in heta ku alîkarî werin kirin dê ev dûvre jî bidome.”

Alinç destnîşan kir ku di derbarê mijarê de bi xwediyê fîrmayê re lihev hatine. Dûvre Alinç wiha pê de çê: “Me ji bo hêtîmek (ser û bin û pêlav) wek biha me 100 TL diyar kiriye. Lê xêrxwaz dikarên ji 100 TL yan zêdetir an jî ji bo kesên ku rewşa wan baş nîne kêmtir alîkarî bikin. Xêrxwazên ku dixwazin vî teke bikin dikarin beşdarê bernameya me bibin.”

Alinç herî dawî wiha destnîşan kir: “Kesên ku dixwazin bi me re ji bo mijarê têkevin têkiliyê wek navnîşan; Taxa Çinaronu, Kûçeya Yar No: 28/1 Yildirim/Bûrsa Tel: 224-3670124 GSM: 0532 0122977

Lı ser navê Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Perwerde û Çandê; Turkiye Fînans Katilim Bankasi: Hesaba TLyê: 2437804-1 ÎBAN: TR93 0020 6000 8102 4378 0400 01” (ÎLKHA)



 





Bu haberler de ilginizi çekebilir