Li Sêrtê 187 personelên eskerî hatin binçavkirin
Di lêpirsîna ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hat destpêkirin de li Sêrtê 187 personelên eskerî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Ewlekariyê ya Sêrtê ve hatiye dayîn de hat ragihandin 187 personelên eskerî yên ku di Fermandariya Tugayê, Fermandariya Harekata Taybet a Cendirmeyan û Fermandariya Cendirmeyên Bajêr de wezîfedarbûn hatin binçavkirin.(ÎLKHA)