• DOLAR 32.405
  • EURO 34.921
  • ALTIN 2400.058
  • ...
"Bi vî teşebusê hewl dan ku aboriyê bidin îflaskirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaxa Hiqûq û Aboriya Îslamî ya Zanîngeha Sabahattîn Zaîmê ya Stenbol Doç. Dr. Abdulmuttalîp Arpa bandora aboriyê ya teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê nirxand.

Arpa wiha ragihandin: “Hedefekî ji wan a teşebusa derbeyê yekî ew e ku aboriya baş bidin îflaskirin. Piştî derbeyan rewşa aboriyê bi her wechê xirab dibe. Bingehên ku aboriya Tirkiyeyê pala xwe dide hene. Yekî ji wan ew e ku aboriya Tirkiyeyê pala xwe dide hilberiyê. Wek salane Tirkiye 780 milyar dolar hilberî dike.”

Arpa bal kişand ku têkiliyên navneteweyî gor berjewendiyê dimeşe. Dûvre Arpa axavtina xwe wiha domand: “Heta ku berjewendî bidomin dê pere razandin jî bi heman şiklê bidome. Di destê me de rêjeya aboriyê heye. TL di dijî dovîzê de xwediyê nirxek behayek ye. TL piştî teşebusa derbeyê nirxa xwe diparêze. Di derheqê vî yekê de di nav destê me de rêje heye. Di warê navneteweyî de em dibihîzin ku dê li Tirkiyeyê pere were razandin. Piştî derbeyê di pêvajoya heftiyekê de wek 5 mîlyon dolar pere hat razan.”

Arpa destnîşan kir ku asêkirina saziyên ku aydê saziyên paralelê ne dê aboriya Tirkiyeyê wek neyînî bandordar neke. Dûvre Arpa wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra dema ku dê dibistan çan jî nexweşxaneyek were girtin dê li kêleka wê dibistan an jî nexweşxanekî vebe. Heta ku teleba erzê bidome dê pêvajo wek neyînî îqtîsadê bandordar neke. Berdewamkirina sitandinê girîng e.”

Arpa wiha pê de çû: “Me heta îro qala îstîqrara siyasî dikir. Mixabin me vî îstîqrarê pêk neaniye. Bicîbûna saziya paralel a li her saziyê dide nîşandan ku hêj îstîqrar tune. Rastî niha firseta îstîqrarekî siyasî bi dest ketiye. Ez bawer im ku dê piştî vê pêvajoyê îstîqrar pêk were.” (ÎLKHA)


 





Bu haberler de ilginizi çekebilir