• DOLAR 32.939
  • EURO 35.406
  • ALTIN 2461.934
  • ...
 "Ev zafer, zafera wan kesên ku hewil didin dîn û edaletê li ser piyan bigirin e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Diyarbekiriyan diyar kirin teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê ne tenê li hikûmet û serokomar bi heman awayî li temamê xelkê Misliman hat xwestin bê kirin û  Diyarbekirî wê  şibandina ku di darbarê qewirandina darbê de weke ‘Zafera Demokrasiyê’ tê kirin rexne kirin.

 Kesê bi navê Îbrahîm Xelîl Ozyaramişê ku ji bo protestokirina teşebûsa darbê xwe berdabû kolanan di destpêka axavtina xwe de wiha dia kir: “Rebbê min cihê şehîdên me bike cenneta Fîrdews.Ji wan re bike nesîp ku di bin dara Tubayê de hênik bibin.” û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd ji bo namûsa Mislimanan xwe avêtin ber tankan û canê xwe feda kirin.”

Ozyaramiş di berdewama axavtina xwe de wiha axaivî: “Ew kes bi bacên xelkê alîkariya rêxistina terorê kirin û ne gotin zarok û pîrek temamê Mislimanan bi tankan eciqandin.Xweda bi wesfê xwe yê Qahhar wan qehir bike.Ez wek hemwelatiyekî dixwazim kesên darbeker bi cezaya îdamê bên cezakirin.Lewra ew xaînên welêt in.”

“Ew kesên ku jiyana xwe ji dest dane ne şehîdên demokrasiyê, şehîdên Îslamê ne”

Ozyaramiş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev teşebûsa darbê ne tenê li hikûmet û serokomar; bi heman awayî li temamê Mislimanan hatiye kirin ku divê ev yek bê dîtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew kesên ku li dijî darbê bexwedane û jiyana xwe ji dest dane ne şehîdên demokrasiyê, bilakîs şehîdên Îslamê ne.Ew kesên ku canê xwe feda kirin ji bo ku xelkê Misliman karibe bi şikleke rihet dînê xwe bijîn canê xwe di vê oxirê de feda kirin û şehîd bûn.Ger ku xelk li ber vê yekê ranebûbana û ew kes bi ser ketibana ew ê ew kes bi şerefa Mislimanan leystibana.Ji ber vê yekê ew  kesên ku li dijî darbê bexwedane û jiyana xwe ji dest dane ne şehîdên demokrasiyê, bilakîs şehîdên Îslamê ne.”

Ozyaramiş di berdewama axavtina xwe de qala bapîrekî kir. Li gor gotina Ozyaramiş ew bapîr ji ber ku nûçegihanê TVyekê jê re gotiye ‘Apo bû dereng, biçe mala xwe bilive.’ Ji ber vê gotinê jî bapîr ji nûçegihan re wiha bersiv daye ‘Qîza min ez di darbeyên 60,70 û 80an de liviyam.Ger ku min di darbeya 60,70 û 80an de  nelivîbana ew ê nikaribana Menderes bi dar ve bikin.’ Ozyaramiş  ji ber vê gotina xwe diyar kir divê kesên Misliman vî bapîrî ji xwe re mînak bistînin û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê me xwe ji bo nobeda demokrasiye xwe bernade kolanan, me ji bo nobeda Îslamê xwe berda kolan û meydanan.Em ji bo wan destên ku dirêjî Qur’anê dibin bişkînin hatin vê derê.Heta ku fermanê vekişînê ya Serokomar Erdogan neyê jî em ê li vê derê bin.”

 “Em ji bo dahatû û îstîqbala zarokên xwe li maydanan in”

Kesê bi navê Mesut Çaglar jî di derbarê mijarê de diyar kir ew ji bo îstîqbala zarokên xwe derketina meydan û qolanan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku Tirkiye venegere wan salên berê me xwe berda kolanan.Hêj tesîra wê darbeya 28ê Sibatê di jiyana me ya rojane de xwe nîşan dide.Seydayên me yên ku dersê didan me hêj di girtîgehan de ne.Ew birayên me hêj êşa darbê dikşînin.Bi izna Xwedê, em ê vî welatî ji kafir, emperyalist û darbekeran re nehêlin.”

Di derbarê mijarê de Îmam Xatîbê Mizgefta Mezin Osman Yagmur jî diyar kir  di şeva 15ê Tîrmehê de Tirkiyê bi musîbeteke cîdî re rûbirû maye û xelk li dijî tank û F-16an muqawemeteke girîng nîşan da.

 “Bi vê demokrasiya ku berhema beşaran e ev zafer nayê sînordarkirin”

Yagmur diyar kir ev zafer ne ya demokrasiyê ya wan kesên ku hewil didin dîn , wetan,îman, hiqûq û edaletê li ser piyan bigirin e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi vê demokrasiya ku berhema beşaran e ev zafer nayê sînordarkirin.Ger ku ev yek bê kirin ev li dijî Mislimanên Tirkiyê û yên li tevahiya dinyayê heqaret e.Dibe ku ji hêla siysetê ve bê gotin nobeda demokrasiyê, lê di kitêb û bawerîya Mislimanan de şehadet bi ziman û bi şehadeta îmanê tê kirin.Ew kesên ku dil dane Xwedê van meydanan dagirtin.”

Tayîp Elçî diyar kir bi taybetî xelkê Kurd û bi tevahî jî xelkê Tirkiyê ji darbeyan gelek zêde kişandiye.Elçî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 80 sal e ku nale nale vî xelkî ye û ev xelk cardin naxwaze  wan rojan bijî.Ev xelk ji bo li Qur’an û muqadesata xwe derkeve xwe berda kolan û meydanan.Xelk bi îmanê coş bû.Ew dûrişmayên ‘şehîdên demokrasiyê’ yên ku li kolanan tên avêtin  tiştekî çewt e.Heqîqet ew e ku ev yek doza îman û Îslamê ye û ev mucadeleya heq û batilê ye.Em ji bo Qur’an û ummeta xwe li meydanan in.Em ji bo demokrasiyê nehatin meydanan.Ew kesên ku şehîd bûne jî ne şehîdên demokrasiyê, şehîdên Îslamê ne.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir