• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Nifşa nû nizane ku derbe çiye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Emîn Arslanê mexdûrê derbeya 12 Îlonê 1980yan derbeya 15ê Tîrmehê ya ku DYE piştgirî dabûyê ji ÎLKHAyê re nirxand. Arslan diyar kir ku di heyama derbeyê de derbekeran mafê însanan avêtine bin piyan. dûçarê îşkenceyan bûne

Arslan bal kişand ku di heyama Derbeya 12ê Îlonê de însan bê hincet û binasî li zindanan hatine avêtin. Her wiha wî diyarkir ku di Girtîgeha E Tîpî ya Diyarbekirê de her roj pîsahiya însanan û mişk bi însanan didan xwarin.

Arslan diyar kir ku ew bê hincet û binasî hatiye girtin. Dûvre Arslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku derbe pêk hat jiyana civakî sekinî. Êdî tu kes dernediket kolanan û nediziviriya. Rojekî komek leşker hat û min li malê binçav kir. Min got hûn çima min hildidin binçaviyê? Wan j imin re gotin; ‘te ruşvet daye hakim û dozgeran.’”

 “Hakim ji min re got; ez te bi emrê fermandarê digirim’”

Arslan diyar kir klu wî di heyama pêvajoyê de terwma derbas kiriye. Dûvre Aslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî binçaviyê me birin navenda civînê ya Fermandariya Kolordoya 7 emîn. Qasê heftiyekê nan û xwarin dan me. Vê yekê diikirin ku em werin hemdê xwe û qewîn bibin. Dozger min da girtin. Dema ku min jê re got tu çima min didî girtin wî ji min re got; ez te bi emrê fermandarê digirim’.”

 “Qenalîzasyonê vekirin bi me pîsahiya însanan, mişk û ava qenalîzasyonê dan xwarin”

Arslan axavtina xwe wiha domand: “Binçavî di odekî din de bû girtîgeh li derekî din. Dema ku em nû hatin girtîgehê me xistin hicrikekî 1 mêtreyî. Di vî hicrikê de 18 kes dimaniya. Li vir me tekmîl dida seha ku dihat ber derî. Kengî seh dihat ber deriya hicrikê kesê ku nêzî derî bû li ser navê 18 kesan tekmîl dida. Heke ku me tekmîl nedaya îşkenceyan li me dikirin. Piştî hicrikê me hildan qawîşan. Dema ku em di qawîşan de bû qenalîzasyonê vekirin bi me pîsahiya însanan, mişk û ava qenalîzasyonê dan xwarin.”

Her wiha Arslan destnîşan kir ku ew ji ber zextên derûnî her roj dixwestin ku bimirin. Lewra ew bi miemeleyê dereînsanî re rû bi rû dimanîna. Ji van yekî ew bû ku Arslan diyar kir bi zorî di şevekî de 36 merşên leşkerî bi wan dane jiberkirin.

 “Ji ber ku bi hevalên min ava qenalîzasyonê, îdrar û pîsahî dan xwarin hevalê min dûçarê nexweşiya Hepatît Cyê bû”

Arslan bal kişand di gel çendîn sala wî îşkenceyên ku lê hatiye kirin jibîr nekiriye. Dûvre Arslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêj jî ez ji xew wek veceniqî radibim û ez dibêjim qey hêj ez di girtîgehê de me. Îşkenceyên ku di dinê de ne li Emrîka û Îsraîl hatiye kirin li me hatiye kirin. Ji ber ku bi hevalên min ava qenalîzasyonê, îdrar û pîsahî dan xwarin hevalê min dûçarê nexweşiya Hepatît Cyê bû.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir