Li Diyarbekirê 3 hakim hatin girtin
3 hakimên ku di çarçoveya lêpirsîna teşbûsa darbê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku di derheqê teşebûsa darbê ya FETO ya ku bi piştevaniya Emrîkayê hat kirin de li Diyarbekirê 3 hakimên ku hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Ji 47 hakim û dozgerên ku ji peywirê hatine dûrxistin 4 kes piştî jêpirsînên xwe sewqî mehkemê hatin kirin.Mehkemê di derheqê 3 hakiman de qerara girtinê da û hakimê din jî bi şerta kontrola edlî serbest berda.(ÎLKHA)