• DOLAR 32.599
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2451.369
  • ...
Serokwezîr Yildirim: Em ê bersiveke wiha bidin ku ew ê temamê dinyayê ve bersivê bibîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Yildirim piştî Civîna Lijneya Wezîran destnîşan kir hejmera kesên ku di teşebûsa darbê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 208an û ew ê ji wan kesên ku teşebûsê vî tiştî kirine xwîna her xwîna ku herikiye bi şikleke tund bipirsin.

Serokwezîr Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi îradeya xwedîderketinê ev teşebûs bêencam maye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê hisabê vê yekê wiha dijwar bipirsin ku ew ê hemû kes dê vê yekê bibîne.Dema ku vê yekê kir em ê bi hirsê tevnegerin.Em ê di çarçoveya qanûnê de tevbigerin.”

208 kes jiyana xwe ji dest dan û hezar û 491 kes jî birîndar bûn

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir 208 kes jiyana xwe ji dest dan û hezar û 491 kes jî birîndar bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Der barê hewldayîna teşebûsa darbê de 7 hezar û 543 kes hatine binçavkirin. Ev hejmar dibe ku biguhere, ez hejmara niha didim.24 darbeker hatin kuştin, 50 darbeker birîndar hatin girtin.Muameleya 7 hezar û 271 darbekeran berbedewam dike.Endamtiya 5 endamên HSYKê hat betalkirin û 2 hezar û 735 hakim û dozger jî ji peywirê hatin dûrxistin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir