• DOLAR 32.554
  • EURO 34.949
  • ALTIN 2444.693
  • ...
Di pêvajoya teşebûsa darbê ya di 15ê Tîrmehê de çi tişt pêk hatin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Teşebûsa darbê ya ku di evara 15ê Tîrmehê de ji teref komek subay ve hat kirin bi li hembersekinîna xelkê bêencam ma.Di wan seatên ku xelkê Tirkiyê ji darbekeran re rê nedida tevde 161 kes ji teref darbekeran ve hatin qetilkirin.

Di welatekî ku dîroka wê bi darbeyan hatiye nivîsandin û lê ‘Kevneşopiya Darbê’ heye xelk rê neda darbeyeke din.Helwesta xelkê Tirkiyê  ya ku nîşan da ji bo heyama pêşîya me di serî de Emrîkaya ku hewil dide siyaseta dinyayê dizayn bike û her wiha emperyalîstên din kire şoqê.Emrîkaya ku heta îro destekê dida darbeyên li Tirkiyê û ji wan derbekaran re digot ‘Zarokên me’  û bi wan şanaz dibû tê meraqkirin ew ê ji îro pê ve li dijî Tirkiyê çawa tevbigere.

Di rojeke ku ji bo Tirkiyê bû mîladeke nû de çi tişt qewimîn.Agahiyên ku ji teref edîtorên ÎLKHAyê ve hatine tasnîfkirin pêvajoya dîrokî ya ku pêk hatiye tîne ziman.

Teşebûsa darbê ya ku di 15ê Tîrmehê roja înê di seat 22.00an de dest pê kir bi berxwedana xelkê piştî 22 seatan bêencam ma.Di gava yekem a teşebûsa darbê de Qararagaha Serokatiya Sererkaniyê û Midûrtiya Giştî ya TRTê ji teref eskerên darbeker ve hatin desteserkirin.Di heman seatan de Pirên Bogazîçî û Fatîh Sultan Mehmet a Stenbolê ji teref komek esker ve hatin girtin.

Ew tiştên ku pêk dihatin temamê Tirkiyê kire şoqê û dema ku seat  bû 23.30 Serokwezîr Bînalî Yildirim bi televîzyoneke taybet re kete îrtîbatê û diyar kir ev yek teşebûsa rabûnekê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Destûr dê ji vê teşebûsê re neyê dayîn.Kesên ku vê yekê kirine bi şikleke herî giran hisaba vê yekê bidin.Mesele meseleya komek eskerê di nava artêşê de teşebûsa rabûnê ye.”

Bênavber di  derheqê meselê de agahî dihatin navendên xeberan ku dema seat bû 23.24 li Navenda Perwerdeya Harekata Taybet a Polêsan a li Golbaşiya Enqerê teqînek pêk hat.Dû re jî di seat 23.30an de hat ragihandin Serokê Sererkaniyê Hulusî Akar ji teref komek eskerên darbeker ve hat rehîngirtin.

Dema ku seat bû 24.00 ji teref hinek eskerên bi rutbe yên ku di nava teşebûsa darbê de cî negirtine ve hat ragihandin  “Rabûna eskeriyê ji teref komek subayê ku endamê Rêxistina Dewleta Paralel/Rêxsitina Terorê ya Fettulahî ve hatiye kirin.”

Di derbarê mijarê de ajans di serî de Enqere û Stenbol û her wiha bûyerên din bi germahî radigahandin ku dema ku seat bû 00.09 helîkoptereke eskerî li ser kampusa MÎTê ya li taxa Yenîmahalleya Enqerê de gule reşand.Ji ber vê yekê hêmanên ewlehiyê yên MÎTê bersiv dan êrîşê.

Di seat 00.11an de Serokomar Erdogan ji Marmarîsê bi ber Balafirgerha Ataturkê ve bi rê ket.Eskerên ku di seat 00.13an de TRTê îşxal kirin danezana darbê ya korsan dan xwendin.Çavkaniyên Serokomariyê diyar kirin daxuyanî ji teref TSKyê ve nehatiye dayîn.Piştî ku danezan li TRTê demek hat xwendin re TURKSAT weşana TRTê qut kir.Piştî van daxuyaniyan Erdogan bi televîzyoneke taybet re têkete têkiliyê  û xelkê dawetî meydanan kir û ji teşebûsa eskeriyê re bertek nîşan da.Erdogan di derbarê mijarê de wiha ragihand “Bersiva vê rabûna ku li dijî îradeya neteweyî hatiye kirin  di çarçoveya hiqûq , yasayê de bê dayîn.”

Serdozgerê Kuçukçekmeceya Stenbolê Alî Dogan di seat 00.35an de lêpirsîna yekem da destpêkirin.Dû re daxuyaniyek da û diyar kir eskerên ku teşebûsê darbê kirine ew ê li cihên ku bên dîtin ew ê bên girtin.

Dema ku seat bû 00.57 eskerên darbeker bi helîkopteran êrîş birin li ser tesîsên Turksatê yên li Golbaşiyê.Di vê êrîşê de weşana hinek TVyên taybet ku di nav wan de Rehber  TV jî hebû hat qutkirin.

Di seat 01.00an de ji tere Cemaeta Hîzbullah ve danezanek hat weşandin û hat ragihandin “Em wê teşebûsa darbê ya ku hewil tê dayîn da ku bê kirin qebûl nakin û em vê yekê bi şidet şermezar dikin.Em temamê xelkê xwe li dijî darbê dawetî berxwedanê dikin.”

Dema ku seat bû 01.01 helîkopter û balafirên şer êrîş birin li ser Midûrtiya Ewlehiyê ya Enqerê.Di derbarê mijarê de Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik wiha destnîşan kir “Ev di nava TSKyê de teşebûsa rabûnê ya cuntayê ye.” Û  di seat 01.39an de jî TBMM bi hatine Serokê TBMMê Îsmaîl Kahraman û parlementeran hat vekirin.

Eskerên darbeker di seat 02.20an de ji hewayê êrîş birin li ser Serokatiya Daîreya Harekata Taybet a li Golbaşiyê.Di êrîşa hewayî de 17 polês jiyana xwe ji dest dan.Dû re balafirên F-16 ên TSK helîkopterên ku teşebûsê darbê kirin daxistin.Di heman seatê de 3 jê bi rutbe tev de 13  eskerên ku hewil didan têkevin Kulliyeya Serokomariyê  hatin binçavkirin.Dû re Şewirmendê Çapemeniyê ya MÎTê Nuh Yilmaz got “Darbe hat qewirandin.”

Dema ku seat bû 02.42 TBMM hat bombebarankirin û piştî êrîşa yekem 7 deqîqe, êrîşa duyemîn a hewayî li TBMMê hat kirin.Serokê TBMMê Îsmaîl Kahraman û parlementerên li Lijneya Giştî xwe berdan penagahan.

Di seat 03.10an de Serokwezîr Bînalî Yildirim daxuyand helikopter û balafirên ku li ser heremên MÎT, Serokomarî,Serokwezîrtî û Meclîsê bifirin ew ê bi mûşekan bên daxistin.

Di seat 00.11an de Serokomar Erdoganê ku ji Marmarîsê hereket kiribû di seat 03.20an de hate Balafirgeha Ataturka Stenbolê.

Di seat 04.00an de Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di derheqê wezîfedarên darazê yên ku îrtîbata wan bi FETO/PYDê re hene û di derheqê eskerên bi rutbe û bêrutbe, general, amiral û subayên darbeker ên ku qaşo endamê ‘Komîteya Li Welêt Sulh’ê ne de qerara binçaviyê da.

Di seat 04.42an de êrîş li otela ku Serokomar lê dima û berî niha jê veqetiyabû hat kirin.Eskerên darbeker ên rûyên wan nixumandî ji helîkopteran peya bûn bi çekên giran otelê dorpêç kirin.Di pevçûna ku pêk hat de 5 polês birîndar bûn.Piştî vê bûyerê di derdora seat 05.20an de Serokwezîr Yildirim ji ser hisaba xwe ya twîtterê parve kir ku generalek hatiye kuştin û nêzî 130 eskerên ku di nav wan de albay jî hebûn hatine binçavkirin.

Di seat 06.00an de Serdozgeriya Komarê ya Golbaşiyê  di derbarê teşebûsa darbê de lêpirsîn da destpêkirin.Her wiha hat ragihandin di êrîşa ku li Golbaşiyê hat kirin de 42 kes jiyana xwe ji dest dan.Temamê rêyên ku li derdora Qesra Çankaya û Avahiya Fermî ya Serokwezîrtiyê bûn di seat 16.30an de xistin bin çembera ewlehiyê.Helîkopterên ku êrîş biribûn li ser TURKSATê hat ragihandin ku li Golbaşiyê hatine daxistin.Di derdora seat 06.43an de du bombe  li nêzî Kulliyeya Serokomartiyê hatine avêtin.Di derdora seat 06.52an de jî Serokwezîr Bînalî Yildirim diyar kir ku di şûna Sererkantiya Giştî de bi wekaletan Fermandarê Artêşa Yekemîn  Orgeneral Umît Dundar hatiye tayînkirin.

Ji rexekî ve li Stenbol û Enqerê hereketiyeke mezin pêk dihat û li kolanan xelk ji teref darbekeran ve dihat qetilkirin û ji rexê din ve jî hinek sazîyên siwîl ên dewletê û eskeriyê hatibûn dorpêçkirin û dihatin bombebarankirin.

Digel temamê van tiştan hêmanên esker, polês û MÎTê yên ku ne di sefên darbekeran de bûn li dijî  eskerên darbeker operasyon dan destpêkirin û pêvajoya piştî vê yekê wiha domî:

Piştî ku ji ser teşebûsa darbê 9 seat derbas bû re çavkaniyên Wezaretya Karên Hindur destnîşan kirin  ku 336 darbeker hatine binçavkirin.Piştî vê daxuyaniyê di seat 07.35an de hat ragihandin di çarçoveya lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de tevde 754 endamên TSKê hatine binçavkirin.Eskerên ku li Fermandariya Tumena Perwerde û Mekteba Yekîniyên Bizirx ên li Etîmesgutê ji teref hinek eskerên ku tevlî darbê nebûbûn ve teslîmî polêsan hatin kirin.

Di seat 07.50an de 5 general û 29 albay ji teref Wezîrê Karên Hindur Efkan Ala ve ji peywirê hatin dûrxistin.Di seat 08.32an de eskeran li ser 4emîn  Baregaha Jetê ya Sereke ya Akinciya Enqerê de girtin û operasyon dan destpêkirin.Di operasyona ku hat kirin de Serokê Sererkantiyê Hulusî Akar hat xelaskirin û di seat 08.35an de jî  Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ji teref polêsên taybet ve hat bidestxistin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku di derheqê teşebûsa darbê hat destpêkirin de li tevahiya Tirkiyê hezar û 374 personelê TSKyê yên ku endamên FETOya rêxistina terorê ya çekdar bûn hatin binçavkirin.Di nava kesên ku hatin binçavkirin 58emîn Fermandarê  Tugaya Tobavêj Tuggenarel Murat Aygun jî hebû.Di seat 09.40an de 200 eskerên bi rutbe û bêrutbe yên ku ji Serokatiya Sererkantiyê derketin ji polêsan re teslîm bûn.

Di derheqê Fermanderê Berê yê Hêzên Hewayê Organeral Akin Ozturk û Fermanderê EDOKê Tuggeneral Metîn Îyîdîl de ji ber sûca ji wetanê re kirina îxanetê lêpirsîn hat destpêkirin.Di lêpirsîna ku di derheqê teşebûsa darbê hat destpêkirin de li tevahiya Tirkiyê di seat 09.56an de hezar û 563 darbeker hatin binçavkirin.Dû re destûrê temamê hakim û dozgeran hat betalkirin û ji wan hat xwestin ku vegerin li ser karê xwe.

Piştî ku roj da re hat fêmkirin ku teşebûsa darbê bêencam maye eskerên darbeker dest bi teslîmbûnê kirin û operasyon û lêpirsîn  berfireh bûn.Piştî vê seatê û bûyeran re di operasyonên ku li dijî darbeker û niçikên wan ên ku di TSK û Darazê de ne ev tişt pêk hatin:

Di seat 10.07an de 700 eskerên bi rutbe û bêrutbe yên ku ji Serokatiya Sererkantiyê derketin teslîm bûn.Dû re jî di seat 10.15an de xebera binçaviya 49emîn Fermandarê  Tugaya Komandoyê ya Bîngolê Tuggeneral Yunus Kotaman û 2yemîn Fermandarê Tugaya Komandoya Boluyê Tuggeneral Îsmaîl Guneşer hat.Di seat 10.34an de  subay û astsubayên ku ji ber ku tevlî teşebûsa darbê nebûbûn û di Serokatiya Sererkantiya giştî de dihatin girtin hatin xelaskirin.Dû re komek eskerên ku di nav wan de tankvan, subay û astsubay hebûn teslîm bûn.

Serokwezîr Yildirim ragihand Serokê Sererkaniyê Hulusî Akar hatiye xelaskirin û a niha li navenda qeyranê ya Çankayayê li ser wezîfeya xwe ye.Wezîrê Karên Hindur Efkan Ala jî diyar kir Fermandarê Ewlehiya Qeraxê Tumamîral Hakan Ustem ji peywirê hatiye dûrxsitin.

Eskerên ku li 8emîn Fermandariya Baregaha Jetê ya Sereke bi cî bûbûn ji ber ku teşebûsa darbê bêencam ma baregahê terikandin  û di seat 11.27an de jî eskerên darbeker ên ku di Qarargaha Serokatiya Sererkaniyê de bûn ji bo teslîm bibin muzakere teleb kirin.Hema pey re 200 eskerên ku di avahîya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan de bûn û polêsên taybet li wan operasyon kiribûn hatin binçavkirin.

Dema ku seat bû 12.57 Serokwezîr Yildirim hat Qesra Çankayaya ku li masaya qrîzê hatibû damizrandin û li vê derê vê daxuyaniyê da “Ev rabûn hatiye tepisandin, heta niha 161 şehîdê me heye û nêzî hezar 440 kes jî birîndarê me hene.2 hezar û  839 esker û subayên bi rutbeyên cûrbecûr ên ku tevlî vê rabûna zelîl bûne hatine binçavkirin.Eskerên bi rutbeyên bilind jî di nav van de jî hene.”

Li rexekî li dijî eskerên darbeker operasyon dihatin kirin û ji rexê din ve jî di derheqê lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de HSYK dest bi hereketê kir.Lijneya Giştî ya HSYKyê di derbarê qerara binçaviyê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de endamtiya 5 endamê HSYKê betal kir û 2 hezar û 745 hakim ji peywirê hatin dûrxsitin.Ji endamên FETOyê 5 kesên ku endamê Şûraya Dewletê bûn hatin binçavkirin.Di seat 15.26an de jî 10 endamên Şûraya Dewletê yên ku endamê FETOyê ne hatin binçavkirin.Dû re ji teref Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve di derheqê 140 endamê Dadageha Bilind û 48 endamê Şûraya Dewletê de  qerara binçaviyê hat derxistin.

Serokwezîr Bînalî Yildirim di TBMMê de ji parlementeran re xîtab kir

Piştî çend seatan di seat 20.00an de  operasyona ku li 4emîn Baregaha Jetê ya Sereke ya Akinciyê hatibû kirin bi dawî bû.Di operasyonê de 67 kes teslîm bûn û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Galîp Mendî hat rizgarkirin.

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag di 17ê Tîrmehê de roja înê di derbarê bilançoya teşebûsa darbê de daxuyaniyek da û diyar kir  di çarçoveya lêpirsîna teşebûsa darbê de 6 hezar kes hatin binçavkirin û ew ê ev hejmar zêde jî bibin.Bozdag her wiha diyar kir nêzî 2 hezar esker hatine tewqîfkirin û ji van eskeran nêzî 100 kesî genaral in.

Pêvajoya êvara 15ê Tîrmehê û rojên din bi vî awayî bûn.Dinya tiştên ku li Tirkiyê pêk dihatin bi dîqet teqîp dikirin.

Berxwedana xelkê Tirkiyê ya di warê astengkirina teşebûsa darbê de bi hewildanên endamên çapemeniyê di raya giştî ya dinyayê de cihê xwe girt.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir