• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di dirêjahiya 2 metroyan de misîn û surehiyan çêdike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Faruk Tekînê ku ev bû 52 sal karê sefariyê dike û pîsporê karê xwe ye surehî û misînên bi sembola Şahmeranê  yên ku dirêjahiya wan 2 metro ye di nava du mehan de ji bo kiryarên xwe yên Mêrdînî amade dike.

Tekînê ku  ev bû 53 sal karê sefariyê dike di derbarê mijarê de diyar kir ew di nava du mehên sehê de surehî û misîneke sifirîn ên  ku dirêjahiya wan 2 metro ne  û bi sembola Şahmeranê hatine xemilandin amade dike. Tekîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji surehî û misînên ku ew çêdike re eleqeyeke mezin tê nîşandan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev gelek zêde çêbû ku ez Binê Kelhê bi karê sefariyê mijul dibim.Ji sifirê ez wek berhemên fincan, sûrahî, misîn û tiştên din çêdikim.Ez ji sala 1963an vir ve di nava vê  karê de me.Em hewil didin bi vê rêyê debara xwe bikin.”

 “Ev zanaat dikir bimre lê cardin geş bû”

Hoste Faruk  di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li gor sparîşên ku jê re tên dayîn misîn û surehiyên ku dirêjahiya wan du metro ne çêdike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em a niha herî zêde misînan çêdikin.Carinan dema ku ji me tê xwestin em misînên ku dirêjahiya wan 2 metro ne çêdikin.A niha di destê me de misînek heye. Me vê misînê bi sembola Şahmeranê xemilandiye.Em dişînin Mêrdînê.Me vê misînê du mehan de temam kir.Êdî ÎŞKUR jî destekê dide, bi vî awayî  zanaata ku dikir bimire cardin rabû ser piyan.Êdî eleman jî li ber destên me digihijin.”

Tekîn di dawiya axavtina xwe de diyar kir karê wan nexasim bi hatine turîstan baştir dibin û ew jî ji vê yekê razî ne.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir