• DOLAR 32.562
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2442.427
  • ...
Salvegera sala 23yemîn a Qetlîama Başbaglarê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel 23 salan hêj jî Qetlîama Başbaglarê ya ku ji teref PKKê ve pêk hatibû ji hişê gel naçe. Qetlîama Başbaglarê li Tirkiyeyê ji qetlîamên herî mezin a ku ji teref PKKê ve pêk ve pêk hatiye ye.

Wekê ku tê zanîn PKK 23 sal berê di 5ê Tîrmeha 1993yan de li navçeya Kemaliyeya Erzinganê di Gundê Başbaglarê 28 kesan dabû ber gulan û 5 kesên din jî avêtibû nav agirê û wek şewat wan qetil kiribû. Digel 23 salan hêj jî ev qetlîama mezin nehatiye jibîrvekirin.

Ev qetlîama ku 3 roj piştî bûyera li Madimaka Sîwasê pêk hatibû wek întîqam tê dîtin. Ev qetlîama ku li Gundê Başbaglarê ji teref PKKê ve hat kirin di serî de melayê mizgeftê Mela Adil bi tevahî 28 Misliman bi şiklekî wehşîyane hatin qetilkirin. Ji xeynî van 28 kesan 5 kes jî wek şewitandî hatin qetilkirin. Her wiha PKK, zêr û zîvên pîrekan dizîn û li paş 30 jinebî û 70 hêtîm hêştin.

Şahidê qetlîamê qala wê rojê dike

Apek ê ku bûye şahidê qetlîşamê di derbarê mijarê de wiha axivî: “Dê me nimêja êvarê bikira naviyê min hat. Diyar kir ku anarşîstan di ser gund de girtine. Min jî demildest deriyê asê kir. Dema ku min deriyê asê kiriye wan min dîtine. Xwestin ku ez deriyê vekim. Dûvre çûn. Me nimêja xwe kir û dest bi duayan kir. Min di pencerê de mêze kir ku wan deriya mala cîranê min şikandine û wî derêxistine derve. Zilamekî danîn li ser serê wî. Tifingê dan ser serê wî û wek sekinandî man. Çend kes hatin deriya mala me şikandin û têketin mala me. Pirs kirin gelo li malê zilam hene yan ne. Dema ku gotin zilam li malê tune ew têketin mal. Di wî gavê de min perê ku li ser min bû da wan kesan. Min got belkû pere hilbigirin û têkiliyê tu tiştekî nebin. Perê hilgirtin dûvre min, bûka min û neviyê min derêxistin derve. Dema ku dûvre ez hatim min dît ku bombe li malê bicî kirin. Piştî ku ez derketim malê şewitandin. Mal û wesayîtên li hawîrdor hemî şewitandin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir