• DOLAR 32.465
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2441.5
  • ...
Terzî berîya wan eydên berê dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji xelasbûna meha Remezana  mibarek û ji îdê gelek hindik ma. Di van rojên hindik de terziyên Rihayî ji ber ku xelk ji cil û bergên hazir re eleqe nîşan didin xweziya xwe li wan îdên berê tînin û  hesreta wan  îdên kevin dikşînin.

Dikandarên terziyaman ên ku li Sûka Kavafhanê dixebitin a niha berîya wan îdên kevin dikin.Lewra di wan îdên kevin de berî îdê çend rojan kesên ku karê terzîtiyê dikirin ji şeveqê heta şeveqa roja din bênavber dixebitîn û ji xelkê re cil û berg didirûtin.Lê a niha ev rewş hatiye guhartin.Lewra kesê terzî ji ber ku xelk berê xwe daye cil û bergên hazir ji rewşê loma û gazinan dikin û wan rojên berê bi çirayê digerin.

Di derbarê mijarê de me bi pîsporê kar re ango bi Turgay Demîrê ku ev bû 26 sal karê terzîtiyê dike re axivî.Demîrer di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir ji ber ku  fabrîkayên tekstîlê vebûne karê terzîtiyê hatiye asta xelasbûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sîparîşên me li gor wan salên borî kêm bûne.Sedema vê jî fabrîkayên tekstîlê yên ku vebûne ye .Tu fêdeya karkerên zeviyan jî li me nîne. Em a niha cil bergên heremî û yên pîrekan didirûn.Ji ber ku ev li tekstîlê nînin em a niha vî karî dikin, lê heger ku diritûna van li tekstîlê dest pê bike wê demê terzîtiya van jî bi dawî bibe.Em ditirsin ev kar jî ji destê me here.Berê ji îdê re mehek dima êdî me qet kar wernedigirt.Lewra karên me gelek zêde bû.Lê a niha ji 3 behrên dikandaran 2 behr naxebitin.”

Terziyê bi navê Şikrî Can jî wiha axivî: “Weke berê karê dirûtinê nîne, lewra millet berê xwe dide cilên hazir.Ji ber vê yekê taleb jî nîne.Ji roja ku millet hînî cilê hazir bûye ve karên me jî kêm bûne.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir