• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpayê mihtacên Qoserî kêfxweş kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku navenda wê li Almanyayê ye alîkarê li malbatên feqîr û belengazên navçeya Qosera Mêrdînê kir.

Qolî û pakêtên ku ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê ve hatibû şandin li navçeya Qoserê ji teref Banqeya Xurekê ya Rehmetê ve li malbatên feqîr û belengaz ve hat belavkirin.

Serokê Lijneya Belavkirinê yê Banqeya Xurekê ya Rehmetê Mehmet Selîm Akin di derbarê mijarê de agahî da. Akin wiha diyar kir: “Yetîm-Dera Ewrûpayê qoliyên alîkriyê ji bo malbatên feqîr şandibû. Me jî van qoliyên ku di nav wan de melzeme û xûrekên cûr bi cûr hebûn belavê malbatên feqîr kirin. Em ji Yetîm-Dera Ewrûpayê û xêrxwazan re teşekûr dikin.”

Akin giringiya kêfxweşkirina hêtîm û sêwiyan wiha bi Hedîsên Şerîf anî bibîranîn: “Bi taybet dema ku alîkarê tê kirin divê ku mirov wê şahî û şewqa di nav çavê sêwiyan de bibîne. Pêxemberê me (as) wiha diyar dike; ‘Şeytan nêzî sofreya kesên ku hêtîm li ser sofreyên xwe dihewînin nabe.’ Di hedîsekê din de jî wiha diyar dike; ‘Her kî ji bo rizayê xweda destê xwe li ser serê sêwiyan de bîne Xwedê qasê mûyê serê wî sêwiyê xêr ji wî kesê re dide nivîsandin.’”

Akin wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bi hirmeta Meha Remezanê Xweda ji kesên ku mihtac û hêtîman kêfxweş kiriye razî bibe.” (ÎLKHA)


 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir