• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ji zimanê şahidan: Heyama Şêx Seîd û piştî heyamê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 29ê Hezîrana 1925an de Şêx Seîd û 46 hevalên wî bi biryara ku ji teref Mehkemeyên Îstîklalê ve hatibû dayîn hatin îdamkirin. Şahidên heyama Qiyama Şêx Seîd qala wan rojên dijwar kirin.

Şêx Ahmed Firatê lawê Şêx Seîd 2 sal berê ji ber nexweşiya wî ya kezebê wî rakirin nexweşxanê. Şêx Firatê ku di nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da di ciwaniya xwe de mihacirtî kiribû û dûçarê zilmê bûbû. Di qeydên dengê de Şêx Firat diyar dike ku ciwantiya wî di mihacirtiyê de derbas bûye.

Firat di qedê de diyar dike dema ku bavê wî Şêx Seîd tê îdamkirin ew 2 salî ye. Her wiha ew radigihîne piştî ku bavê wî îdam dikin hemî kesên ji malbata wan dûçarê zindanan dikin.

Şêx Ahmed Firat diyar dike ku piştî zindanê wan wek malbat sigûn dikin. Dûvre Şêx Firat wiha li axavtina xwe zêde dike: “Me wek 40-50 kesî sirgûnê wîlayetên cuda kirin. 220 malên me şewitandin. Çi hat serê bi hezaran heywanên me em nizanin. Me nedizaniya ku em wek sirgûn diçin li kû. Her tiştên me hêştin û me sirgûn kirin. Dera ku em çûn wir jî ji ber pêşûyan me ta girt. Herareta me zêde dibû û em dicirifîna. Di nabeyna me de kesên ku ji vî nexweşiyê mirin hebûn. Me bixwe miriyên xwe defin kir. Tu kes di derbarê vî yekê de alîkariya me nekir. Dûvre me sirgûnê derên din kirin. Min ciwaniya xwe de sirgûnê de derbas kir. Li dera ku me sirgûnê wir kirin gel bi şiklekî veşartî alîkariya me dikir. Dayîka min di sirgûnê de wefat kir.”

Şêx Firat bal kişand dema ku ew di sirgûnê de bûye bi Ustad Bedîuzzeman re hevdîtin kiriye. Dûvre Şêx wiha pê de diçe: “Dema ku Mela Seîdê Kurdî li Ispartayê bû me wî ziyaret kir. Ew jî wek sirgûn li Ispartayê bû. Em bi wesîla kesekî çûn cem wî. Dema ku em çûn cem wî ew li ser mînderê rûniştibû. Li cem wî kesên ku xizmeta wî dikirin hebûn. Ustad mîndera xwe rakir û ji binê mînderê zêr derêxist û da min. Serê min miz da.”

 “Diyar e ku gora bavê min li ku ye”

Şêx Firat diyar kir ku ew 3 sal piştî şehadeta xwe bavê xwe hatine Diyarbekirê. Dûvre Şêx Firat wiha destnîşan kir: “Dema ku em hatin zivistan bû û rê asê bûn. Li Diyarbekirê me qebara bavê xwe ziyaret kir. Gora wî tunebû. Bes me dizaniya ku wê defnê li kû derê kirine. Gel jî gora bavê min ziyaret dikirin. Diyar e ku gora bavê min li ku ye. Gora bavê min li kêleka dîwara eskeriyeyê ye. Dûvre me dûbare sirgûn kirin.”

Hediye Akyildirimê ku şahida Qiyama Şêx Saîd e diyar kir ku bavê wê ji fermandarê Şêx Seîd bûye. Wê diyar kir ku ew bi malbata Şêx Seîdî re di girtîgehê de maye. Akyildirim diyar kir zimanê hakimê ku heqaret li Şêx Seîd kiriye şel bûye.

 “Xanima Şêx Seîdî û qîza wî jî bi me re bûn”

Akyildirim diyar kir ku ew wek zarok û pîrek bi tevahî 500 kes di Girtîgeha Saraykapiyê ya Diyarbekirê de mane. Dûvre ew wiha pê de çû: “Em bi Şêx Seîd re li Diyarbekirê di girtîgehê de bûn. Dera ku em li wir bûn 2 qat bû. Cendirme di qata jêrê de bûn. Em jî ya jorê de bûn. Di qata jorê de em wek zarok û pîrek bi tevahî 500 kes hebûn. Li vir cam ber pencereyan tunebû. Ji bo ku ba neyê penceran bi textan asê kirin. Zarok li ser bêtonê radizana. Xanima Şêx Seîdî û qîza wî jî bi me re bûn. Ji ber ku em biçûk bûn em dikarîna di hewşa girtîgehê de bigerin. Dema ku Şêx Seîd û hevalên wî birin mehkemê min wan dît. Mistefa Beg û Salîh Beg di pêşî de Şêx Seîd, Şêx Muhemmed û Hesen Efendî jî li paş bûn.”

 “Wî, ji bo dîn serîhildan kir”

Xaltiya Hediye diyar kir ku Şêx Seîd beriya qiyamê Hz Muhemmed di xewa xwe de dîtiye. Dûvre waxavtina xwe wiha domand: “Di vê heyamê de Reşada 4 emîn ji text anîbûn xwarê. Dûvre Ataturk hat. Ataturk Qur’anê avêtibû hewa dûvre jî pê xwe lê kiribû. Şêx Seîd di xewa xwe de Resulullah dîtibû. Di xew de Resulullah jê re wiha diyar kiribû; “Pirtûka me ya pîroz Qur’an nîne? Dînê bin pê kirin. Rabe û serhildan bike.’ Dûvre Şêx Seîd serhildan kir û dest bi qiyamê kir. Yanê wî ji bo dîn serîhildan kir.”

 “Bavê min û hevalên wî wek serjêkirî şehîd bûn”

Hediye Akyildirim diyar kir ku wê bavê xwe di pêvajoya qiyamê de nedîtiye û qala şehîdkirina bavê xwe kir: “Bavê min ji Şêx Seîd re xizmet dikir. Mêrxas bû. Xwe ji Îslam û Qur’anê re fida kir. Bavê min rojek ji rojan ji bo ku zarokên xwe bibîne hat gund. Leşkeran wî girtin û wî girêdan. Dims li bedena bavê min kirin û dûvre mêşê hingivînê hatin bi bavê min ve dan. Laşê wî werimî bû. Leşkeran vê yekê di meha Tîrmehê de dikirin. Hewa pir germ bû. Şêx Seîd ji bavê min pir hez dikir. Leşkerên Şêx Seîd bi şev hatin bavê min xelas kirin. Li derekî çekên Şêx Seîd hebûye. Komekê 20 kesî ya ku bavê min jî din av wan de ye tê amadekirin û ew kom diçe ku wan çekan bîne. Hinek kes îxabara wan dikin û dûvre leşker ji wan re davik vedidin. Dûvre di nabeyna wan û leşkeran de şer derdikeve û ev şer 3 roj didome. Dûvre berikên wan xilas dibe. Bavê min û hevalên wî wek serjêkirî şehîd dibin. Saxe sax serê wan jêkirine. Serê wan avêtibûn nav telîsan û anîbûn Diyarbekirê. Serê bavê min û yên hevalên wî bi singûyan ve daliqandibûn û di nabeyna Mardînkapi û Dagkapiyê de dibirin û dianîn. Herkes li wir civiya bû. Min wek mereq got gelo çi bûye? Ji min re gotin Şêx Seîd Efendî îdam kirine. Kesên din jî girtine û serê wan birîne.”

“Me di girtîgeha sir û seqemê de salek agir nedît, hewa pir sar bû”

Akkyildirim diyar kir ku ev serhildan nêzê salekê domiye. Dûvre wiha ragihand: “Bavê min esnaf bû. Dikanê firotibû û perê dabû dayîka min da ku ji bo me xerc bike. 2 çêêlekên me hebûn. Her tiştên me hebû. Dayîka min wê perê danîbû nav sandûqê. Rojek nîvê şevê leşkeran di ser mala me de giritin. Ji xeynî me wê perê jî birin. Herkesên ku li malê bû girtibûn. Sûcê me çi bû? Me çi kiribû? Gelo me bi hikûmetê re şer dikir? Di destê dayîka min de gergûşekê 1 salî hebû. Wî dimijand. Ji tirsan şîrê dayîka min çikiya. Me birin Girtîgeha Saraykapiya Diyarbekirê. Me 1 sal bedena xwe neşûşt û cil û bergên xwe neguherand. Me di girtîgeha sir û seqemê de salek agir nedît, hewa pir sar bû.”

 “Ez çûm ber şaredariyê, darekê îdamê hebû û ciwanekî 15 salî jî daliqandibûn”

Akyildirim diyar kir dema ku ew di girtîgehê de bûne pîreka Şêx Seîdî pere dida wan. Dûvre Akyildirim wiha destnîşan kir: “Ji xwe tu der tunebû ku ez herim wir. Wê çaxê ez 6 salî bûm. Derfetên girtîgehê pir xirab bû. Lê ji bo nimêjê tu astengî tunebû. Mizgeft hebû. Girtîgeh pir fireh bû. Bû sibe. Pîreka Şêx Seîdî pere da min. Ez derketim derve da ku tiştekî bistînim. Ez çûm ber şaredariyê, darekê îdamê hebû û ciwanekî 15 salî jî daliqandibûn. We bidîta… cil û bergên wî nû bû. Qumaşekî nû wegirtibû. Pêlavê wî jî nû bû. Wellahî ez rast dibêjim. Ew dikeniya. Serê wî yek alî bûbû û porê wî dibiriqiya. Dema kum in wî dît hinava min şewitî.”

Akyildirim diyar kir ku wê Şêx Seîdî di dadgehê de dîtiye. Akyildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rojekî min dît ku Şêx Seîdî dibin dadgehê. Ez biçûk bûm. Direvîma. Dengê xwe ji min re dernedixistin. Ez têketim dadgehê 3 kes rûdiniştin. Hakim ji Şêx Seîd re got; ‘Sao ew tuyê gelo serî li ber dewletê hildidî?’ Şêx Seîd bersiv neda. Di şûna wî de Salih Beg bi dengekî bilind; ‘Min serî li ber dewletê hildaye min! Gelo zimanê te nazivire ku tu bibêjî Şêx Seîd?’ Hakim lal bû. Nekarî biaxive. Pênûsa xwe danî û hat cem Şêx Seîd. Xwe avêt ser lingê wî û got; ‘min kir tu neke’ Şêx, li ser vê yekê pêlavê xwe li erdê ve bir û anî. Dûvre li devê hakim da. 3 caran vê yekê kir. Hakim lingê Şêx Seîd maç kir. Vê yekê herkes dît. Salîh Beg zivirî û ji Şêx Seîd re got; ‘bihêle bila wisa bimîne. Bila ji alemê re bibe êbret. Bila herkes wî bibîne. Şêx Seîd jî got; ‘tu tiştekî nabe. Hakim ji min re got ku dê ew ji vir pê ve êdî tevlê şêxan nebe.”

 “Di girtîgehê de birayê min ê 4 salî ji birçiyan mir, leşkeran wî di bin zinarekî de bin ax kirin”

Akyildirim diyar kir ku ji ber derfetên girtîgehê wê 2 birayên xwe ji dest daye. Xaltiya Akyildirim wiha li axavtina xwe zêde ki: “Dergûş dimirîna. Hemî mirin. Qey dergûş ma! Ji birçî û sermayê mirin. Di nabeyna salekî de çavê me bi agirê neket. Zivistan bû, serma bû û nivîna me tunebû. Dayîka min çarşefa xwe çirand û diavêt ser me. Dayîka min digot; ‘zarokên me biçûk in. Bihêlin ku em cik û berg bînin.’ Lê destûr nedidan ku vê yekê bikin. Di girtîgehê de birayê min ê 4 salî ji birçiyan mir, leşkeran wî di bin zinarekî de bin ax kirin. Ez li cem wan bûm. Birayê min ê 12 salî jî ji ber ku ji leşkerean tirsiyabû jiyana xwe ji dest da. Dixtor gotibû; “Ji ber ku tirsyaye zirafê wî qetiyaye.’ Birayê min ê 1 salî jî dema ku em di rêya sirgûnê de bûn ji ber bizmikan li Nigdeyê jiyana xwe ji dest da.”

 “Xweda heye xem tüneye, em ummeta Hz Muhemmed in”

Akyildirim ragihand piştî girtîgehê ew 7 sal di sirgûnê de maye û dûvre wiha diyar kir: “Em mehekî li derekî û mehadin jî li derekî dimana. Wan me zû nedibirin dera ku dê em biçin wir. Me li hinek deran didan sekinandin û dûvre dibirin. Gel hedîse hatin serê me. Dê em vê yekê roja mehşerê ji Ata bipirsin. Em nêzê 500 kesî bûn. Me bi ereba hespan birin ber çemê Firatê. Derekî wekê çolê bû. Qet sî tunebû. Her der qum bû û nan jî nedidan me. Wan ji me re gotin; ‘dê em îşev we bavêjin nav çemek. Ataturk wisa emr kiriye û gotiye dê ew sibê mezin bibin û dê ji me re bibin dijmin. Wan ji holê rakin.’ Li hemberê çem axa hebûn. Xweda heye xem tüneye, em ummeta Hz Muhemmed in. Ataturk ji pêxember hez nedikir. Dê çawa ji me hez bike.”

Abdulîllah Firatê neviyê Şêx Seîd diyar kir kû Şêx Seîd wekê Îmam Huseyîn îxanet lê hatiye kirin. Firat bal kişand ku Şêx Seîd alim, û miderris bû.

Firat qala têkiliyên di nabeyna Şêx Seîd û Seîd Nursî kir. Firat wiha axivî: “Hûn jî dizanin ku Mela Seîdê Kurdî piştî qiyama Şêx Seîd hat sirgûnkirin. Şêx Seîd Efendî li Gundê Çarbûhûrê ji teref casûs û leşkerên Mustafa Kemalî ve hat teqîbkirin. Piştî ku li ser Pira Abdurrahman Paşayê ya li navçeya Gimgima Mûşê (Varto) hatin girtin Mela Seîdê Kurdî pir hezinîbû. Dibêje; ‘bername û plana me hebû.’ Ji ber ku ev plan xirab bû pir dihezine.Bedîuzzeman ji bû ku vê hiznê li ser xwe bivêje li Çiyayê Ereka Wanê dikeve înzîvayê.”

Ustad, malbata Şêx Seîdî ziyaret dike

Firat bal kişand ku Ustad, malbata Şêx Seîdî ziyaret kiriye. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Bedîuzzeman wek sirgûn şandin Burdurê. Dema ku çû Burdûrê malbata me jî çû Ispartayê/Egrîdîr. Dema ku nalbata me li Xinisê bû leşkerên dewletê ferfên malbata me wek peyatî birin Egrîdîrê. Di nava wan de kesê herî kal Şêx Muhemmed bû. Ew jî 16 salî bûye. Bavê min jî 4-5 salî bûye. Dema ku ew diçe wir Bedîuzzeman dibîhîse. Dema ku dibihîse dibêje; ‘dê ez herim ziyaret bikim.’ Diçe. Dema ku wan dibîne pir xemgîn dibe. Bavê min, lawê Şêx Saîdî ya biçûk û Şêx Ehmed hene. Ji wan re dia dike û dibêje; ‘Bixwînin. Şerefa mala we ilm e. Bibin alim. İlm li we tê. Ji xeynî vê yekê tiştekê nefikirin. Sebir bikin. Hewce nake ku hûn ji bo vê yekê xemgîn nînin. Bi sebirane bisekinin û tekoşîna xwe li vir bidomînin. Êdî micadeleya we bi ilmê re ye. Ez feqîrîm, karker nînim. Ez ne dikarim hemaltî bikin û ne jî hostetî. Mela me. Xoce me. Min li Kurdistanê ders dida.”

Firat qala hevdîtina xwe ya bi Bedîuzzeman kir. Wî diyar kir dema ku ev hevdîtin pêk hatiye ew 13 salî bûye. Her wiha Firat diyar kir ku li Enqerê di mala Melîk Beg wek mêvan mane. Dûvre Firat wiha qala hevdîtina Şêx Elî Rizayê lawê Şêx Seîd ya bi Bedîuzzeman re pêk aniye kir: “Efendî wiha got; ‘Bi lez here Mela Seîdê Kurdî li kû ye bibîne û jê re bibêje ku ez hatime. Em hevdîtinek bikin. Êdê dê ez biçim an jî dê ew were ji min re bibêje.’ Nayê bîra min ku wê çaxê Ustad çawa wî dîtiye û xeber daye wî. Hat û jii min re got kî; ‘Dê di van rojan de Bedîuzzeman were. Pir dixwaze ku we bibîne. Tabî Misade xwestiye û ji ber vê yekê biryar daye ku ji wir were Enqerê.’ Tabî li vir mijarek heye. Cemaeta Nûrê dibêje hevdîtin çênebûye. Belgeya di derbarê hatina Ustad a ku ji teref Walîtiya Enqerê ve hatiye nivîsandin de cem min e. Tabî dema ku Ustad Bedîuzzeman tê Enqerê hemî rojname vî mijarê dikêşin manşetê. Hinek gotar wek nivîsandî diyar kirin ku Ustad ji bo zarokên Şêx Seîd hatiye vir. Wê çaxê îstîxbarata teşkîlatê jî gel xeberdar kir. Em ji wan hînbûn ku parlementer jî li wir hebûn. Tabî Ustad hat. li ber Polatliyê rêya wan birîn. Parlementer têketin nabeynê û destûr xwestin. Serokwezîrê wê çaxê Adnan Menderes destûr da. Ustad wek mêvan di Otêla Beyrût Palasê de man.”

Firat axavtina xwe wiha domand: “Dema ku em li mala Melîk Beg bûn bû sibe û ne nimêj kir. Piştî nimêjê Efendî Qur’anê xwend. Betaniyekê jî avêtibû li ser xwe. Wî Qur’an dixwend û min jî guhdarî dikir. Me bihîst ku li derî xistin. Kesê ku hat pir xwedî îhtîram bû. Wiha pirsî; ‘divê ku lawê Şêx Seîd li vir bibe. Gelo li vir e? Tabî di serî de min panîk kir. Ji ber ku wek malbat me zilm ji dewletê dîtibû di vî saetê de yek hat û min pirsî. Ez jî diltirs bûm. Min nekarî bersivê bidim. Hezretê Efendî hat û got; ‘Xêr e! Lawê Şêx Seîd ez im. Ez Elî Riza me. Çima te min pirsî?’ Kesê ku hat wek bersiv got; “Ustad Bedîuzzeman dixwaze ku we bibîne. Ez hatim ku we bibim.’ Efendî libasên xwe li xwe kir û em derketin. Mamê min li otêlê bû. Me wî jî hilgirt. Em çûn Çarşiya Denizciyan a Enqerê. Li Otêla Beyrût Palazê îzdîham hebû. Dûvre me bi Ustad re hevdîtin kir.”

Firat diyar kir ku Şêx Alî Riza qiyamê pir baş dizane. Dûvre wî diyar kir heke Şêx Seîd Efendî di qiyamê de ser biketiba dê Şêx Elî Riza Efendî bihatiba serê Komara Îslamî ya Kurdistanê.  

 “Wekê ku îxanet li Hz Huseyîn hat kirin bi heman şiklê îxanet li Şêx Seîd jî hat kirin”

Firat wiha pê de çû: “Di nabeyna Serhildana Şêx Seîd û yê Hz Huseyîn de -tabî ez qala meqamê nakim- tu ferq tune. Wekê ku îxanet li Hz Huseyîn hat kirin bi heman şiklê îxanet li Şêx Seîd jî hat kirin. Xwedê Teala şehadetê nesîbê wan kir. Ji vî meqamê baştir meqam tune.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir