• DOLAR 32.576
  • EURO 34.983
  • ALTIN 2447.426
  • ...
 "Lihevhatina bi Îsraîlê re dişibihe têketina heman şikevtê ya bi hirçê re"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Katîvîstên ku bedel dane di derbarê têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê ya nû de axivîn. Wan wek bertek destnîşan kirin ku dê Îsraîl li ser soza xwe nesekine. Ji ber vê yekê wan diyar kirin ku lihevhatina bi Îsraîlê re dişibihe têketina heman şikevtê ya bi hirçê re.

Aktîvîstên wekê Abdulhalîm Almali û Kemal Çelen ên ku di dema êrîşa Mavî Marmarayê de bedel dabûn di derbarê têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê ya asta herî dawî de ji ÎLKHAyê re axivîn.  

Wekê ku tê zanîn di 31ê Gulana 2010an de di encama êrîşa ku ji teref Îsraîlê ve li Keştiya Mavî Marmarayê hatibû lidarxistin de 9 Misliman hatibûn şehîdkirin. Lêkolîner û Nivîskar Abdulhalîm Almali di derbarê mijarê de fikr û ramanên xwe anî ziman.

“Divê ku Misliman li rejîma Sîyonîstê ewle nebe”

Almali wiha axivî: “Dewlet, ji bo ku ji nû ve têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re pêş ve bibe û gor têkiliyên navneteweyî bimeşe bi Îsraîlê re li hev hat. Kesên ku li wir bedel bedel dane û xwediyê xwînê Şehîd û birîndar bi tu wechê vê lihevhatina bi Îsraîlê re rast nabînin. Lewre lihevhatina bi Îsraîlê re dişibihe têketina heman şikevtê ya bi hirçê re. Îsraîl rejîmekî Sîyonîst e. Ji ber vê yekê divê ku Misliman li rejîma Sîyonîstê ewle nebe.”

 “Heke Hamas razî ye tu kes nikare di derbarê vî mijarê de biaxive”

Almali bal kişand di asta herî dawî ya têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê de Hamas xwedî axavtine û divê ku ew biaxive. Dûvre Almali wiha pê de çû: “Di serî de Hamas, Cîhada Îslamî û El-Fetîh li Filîstînê 3 tevger hene. Li vir ya ku herî zêde li pêş e Hamas e. Halîd Meşalê rêberê Hamasê 2 roj berê hatibû Tirkiyeyê. Meşal di hevdîtina ku bi Serokkomar û Serokwezîr re kiribû de ji ber micadele û piştgiriya ku dabû gaziyan teşekur kiribû. Lihevhatina Tirkiye-Îsraîlê çiqas Hamasê memnun dike? Heke Hamas razî ye tu kes nikare di derbarê vî mijarê de biaxive. Divê ku em gotinên wan hilbigirin nezerê.”

 “Peyman çi qas gor ruhê Mavî Marmarayê ye”

Kemal Çelen jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em geh geh bûn şahidên hevdîtinên di nabeyna Tirkiye-Îsraîlê ya ku ji sala 2010an pê ve dest pê kiribûn. Piştî serdegirtinê Tirkiye têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re dabû sekinandin. Dûvre ji bo sererastkirina têkiliyên di nabeyna Tirkiye-Îsraîlê de hinek gav hatibûn avêtin. Lê di derbarê vê yekê de Tirkiye israrker bû û 3 şertan avêtibû holê. Şerta herî ewil uzr bû. Piştî êrîşê Îsraîl heke eşkere nebe jî di pişt perdê de uzr xwestibû. Lê pêwîst bû ku têkiliyên di nabeyna her dû dewletan de bihatiba sererastkirin. Di bergeha vê yekê de geh geh carinan li Siwîsrê û carinan jî di dewletên din de lijneyên her dû aliyan hevdîtin dikirin. Tê dîtin ku têkliyên di nabeyna her dua liyan de hatiye sererastkirin. Ev peyman çi qas gor ruhê Mavî Marmarayê ye? Ev yek tê nîqaşkirin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir