• DOLAR 32.561
  • EURO 34.958
  • ALTIN 2444.249
  • ...
Umut Kervni di Meha Remezanê de bû hêviya malbatên feqîr
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Alîkariya Umut Kervani ya ku bi dehan saziyên siwîl li gelemperê Tirkiyeyê alîkariyên xwe bi rê ve dibe di Meha Remezanê de bi alîkariyên xwe rûyê feqîr û fuqaran dikenine. Rêvebirên STKyan ji bo ku zêdetir alîkarî li feqîran were kirin bang li xêrxwazan kirin.

Êlih

Umut-Dera Êlihê ya ku endamê platformê ye, alîkariyên xwe yên di Meha Remezanê de didomîne. Serokê Giştî yê Umut-Derê Halîl Gergîn daxuyanî da. Gergîn wiha axivî: “Beriya Meha Remezanê me amadehiyên xwe qedandibû û dest bi alîkariyên xwe kiribû. Dê ev alîkarî heta dawiya Meha Remezanê bidome. Dê dildar û endamên me van alîkariyan ragihînin malbatên feqîr û fiqaran. Wek Umut-Der alîkariyên me her dem didome. Lê di hinek wextan de wek îd û Meha Remezanê alîkariyên me zêdetir dibe. Niyaziya kesên hêtîm, sêwî, feqîr û mihtac bi dewlemend û xêrxwazan hene. Divê ku di derbarê vî yekê de çi hewce dike were kirin.”

Agirî

Şaxa Agiriyê ya Cemîyeta Mustezefan a endamê platformê ye jî alîkariyên xwe di Meha Remezanê de domand.

Serokê Lijneya Alîkariya Şaxa Agiriyê yê Cemiyeta Mustezefan Îlhamî Bulan di derbarê mijarê de wiha axivî: “Me bi destpêkirina Meha Remezanê alîkariya 175 malbatan kir. Me bi alîkariyên birayên xwe yên xêrxwaz alîkariya malbatên niyazmend û mihtac kir. Xweda ji birayên me razî bibe.”

Çewlîg

Komeleya Merhamet Elî ya ku bi xebatên xwe yên alîkariyê tê  zanîn bi minasebeta Meha Remezanê alîkariya malbatên feqîr û belengaz kirin.

Serokê Komeleya Merhamet Elî Mehmet Tamaç destnîşan kir ku ew wek komele di Meha Remezanê de hewl didin ku alîkariyên xwe bigihînin feqîr û fuqaran. Ji ber vê yekê Tamaç bang li xêrxwazan kir ku di derbarê vî mijarê de xêrxwaz alîkariya malbatên niyazmend bikin.

Denîzlî

Davet-Dera ku li Denîzliyê karûbarên xwe yên alîkariyê bi rê ve dibe wekê komeleyên din bê navber xebatên xwe didomîne. Alîkarê Serokê Giştî yê Davet-Derê Nurî Çelîk destnîşan kir armanca wan ew e ku di nabeyna kesên dewlemend û feqîran de pirek saz bikin. Dûvre wiha diyar kir: “Me unîteya alîkariyê ya komeleya xwe ya ku endamê Platforma Alîkariya Umut Kervani ye pêk anî. Armanca me ew e ku em di nabeyna kesên dewlemend û feqîran de wezîfeya xwe wek pir pêk bînin.”

Edene

Ji endamê Platforma Alîkariya Umut Kervani; Îlîm-Dera Ceyhanê bi şiklekî rêk û pêk alîkariyên xwe yên cûr bi cûr didomîne û bi vî yekê re jî dibe hêviya malbatên niyazmend.

Di Meha Remezanê de Îlîm-Dera Ceyhanê alîkariya 50 malbatan zêdetir kiriye. Serokê Lijneya Alîkariya Îlîm-Derê Osman Arpag di derheqê mijarê de wiha diyar kir: “Wek komele em bes di Meha Remezanê de alîkariyên xwe nadomînin. Her meh wek rêk û pêk em alîkariyên xwe digihînin malbatên feqîr. Roja ku komeleya me hatiye sazkirin heta îro me alîkariya bi hezaran malbatan kiriye. Me rewşa malbatên feqîr tespît kiriye û dûvre alîkariya wan kiriye.” (ÎLKHA)

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir