2 PKKyiyên ku haziriya çalakiyê dikirin hatin girtin
Li Agiriyê bi operasyona ku hat kirin re 2 PKKyiyên ku haziriya çalakiyê dikirin û kesekî ku alîkariya wan dikir hatin girtin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Agiriyê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin di 19ê Hezîrana 2016an de di wextên şeveqê de li taxa 100. Yilê operasyonek hat kirin.Di operasyona ku hat kirin de kesên bi navê E.D. û H.G. yên PKKyî û kesê bi navê B.G. yê ku alîkariya wan dikir hatin girtin.Li gor daxuyaniyê di operasyonê de her wiha çek, bomba û berik jî hatin bidestxistin.(ÎLKHA)