• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
IHO-EBRAR li Xezeyê alîkariyên xwe didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saziya IHO-EBRARê ya navneteweyî li Xezeya Filîstînê di bergeha solagana ‘Remezan paykirin e’ di Meha Remezanê de dest bi alîkariyên xwe kiriye alîkariya ya xwe ya ji bo malbatên feqîr didomîn e.

IHO-EBRAR, ji bo ku jan û êşa gelê Filîstînê di Meha Remezanê de kêmtir bike di bergeha slogana ‘Remezan paykirin e’ de alîkariyên xwe wek sazî li Xezeyê domand.

 “Alîkariyên ku li gelê Xezeyê tê kirin kafî nînin”

Serokê IHO-EBRARê Dr. Abdurrahman Alpsoy diyar kir ew wek sazî hewl didin ku alîkariya hêtîm û mexdûrên li her derê dinê bikin. Dûvre Alpsoy wiha axivî: “Me kumanyayên xwe yên Remezanê gihand Xezeyê. Ji xeynî kumanyayê em xwarina îftarê jî amade dikin û didin malbatên mexdûr. Li Xezeya ku hatiye dorpêçkirin dramek mezin heye. Gel bi derfetên xwe hewl dide ku li heyatê bimîne. Niyazmendiyên wan zêde ne û alîkariyên ku li gelê Xezeyê tê kirin kafî nînin.”

Li Xezeya Filîstînê ya ku ji teref sîyonîst Îsraîlê ve hatiye ji sala 2001an pê ve dorpêçkirin piştî ku HAMAS hilbijartinê qezenc kir rewş xirabtir bû. Ji ber dorpêçiya axê Filîstînê gel pir mexdûr e û embargo li ser gel heye. Her wiha ji ber kêmasiya xurek û dermanê û tunebûna ceyranê Misliman bi zehmet dijîn. (ÎLKHA)


 





























Bu haberler de ilginizi çekebilir