• DOLAR 32.585
  • EURO 35.035
  • ALTIN 2457.692
  • ...
Mizgeftê xera kirin di şûna wê de otel ava kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê  Mizgefta M.T.A.yê ya ku bi salan ji xelkê re xizmet dida hat xerakirin û di şûna wê de otel hat avakirin.Xwediyên otela ku hatiye avakirin soz dabûn ku ew ê di şûna  mizgeftê de ew ê li taxa Alî Emîriya Yenîşehîrê   mizgefteke nû û xweşik ava bikin.Lê belê xwedîyên otelê hema ji cihê camiyê yê kevin sikakek wirdetir de li kêlêka barekê di bodrumekê de xwestin mizgeftê vebikin. Lê belê ji birêkûpêkkirinên eraqê û yên miftîtiyê a niha mizgef girtiye û lê îbadet nayê kirin.

Xelkê, ji ber mizgefta ku xera bûbû mexdûr bûye diyar kir ew îbadetên xwe li  Camiya Kesk a ku li 800 metro dûrahiyê ye eda dikin.Xelk her wiha diyar kir xwedîyên otelê soza mizgefteke mezintir dabûn  me, lê soza xwe bi cî ne anîn.

“Xwediyên otelê ji me re gotin ‘Hûn muracatî kû derê dikin, bikin, em ji wê re camî çênakin”

Muhammed Olatê ku ev 30 sal e li heman taxê dijî di derbarê mijarê de diyar kir mizgeft digel soza xwediyê otelê hat valakirin û xwediyê otelê wiha rexne kir: “Camiya me berî vê 3 salan bi soza çêkirina camiyeke nû hat valakirin.Dema ku soza vê yekê dan jî li ba seydayên me bi Qur’anê sond xwarin.Xwediyê otelê ji me re got ku hûn vê derê vala bikin ez ê ji we re mizgefteke xweşik û qenctir çêbikim.Me jî li gor gotina wî mizgeftê vala kir.Piştî ku camî hat xerakirin re xwediyê otelê ji me re gotin ‘Hûn muracatî kû derê dikin, bikin, em ji wê re camî çênakin”

 “Dema ku miftîtî dît ku li kêlêka barê mizgeft hatiye vekirin demildest mizgeftê da girtin”

Olat di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî vê yekê xelkê ji Serokomar û Serokwezîr re name şandine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xwediyên otelê xwestin li sikaka 5emîn a Alî Emîriyî di bodruma ku li kêlêka wê bar hebû xwestin mizgeftê vebikin.Dema ku vê yekê kirin jî li deriyê barê ve kaxiza bi kirê ye daliqandin. Dema ku miftîtî wê barê dît wê mzigeftê da girtin.Dibe ku însan vê şaş fêm bikin, lê li ba barê mizgeft nabe.”

“Em mizgefta xwe dixwazin”

Olat di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew mizgefta xwe dixwazin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li vê derê 5 sikak hene, lê mizgeft nîne.Mizgefta herî nêz a ku nêzî me ye Mizgefta Kesk e.Em mecbûr dimînin ku biçin wê derê.Ez bang li kesên rayedar dikim, em mizgefta xwe dixwazin.Mêze kin, avahîya SGKyê vala ye, dikarin wê derê bikin mizgeft.”

 “Zarokên taxê nikarin dersa Qur’anê bistînin”

Nezîr Gezgînê ku ji nîştecihên taxê ye diyar  kir êdî ew dixwazin dengê azana şerîf bibîhîzin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çima soza ku dan me bi cî nayînin?Camiya herî nêz Mizgefta Kesk e ku ew jî 800 metro ji me dûr e.Em nikarin nimêjên terawîhan eda bikin, zarokên taxê dersa Qur’anê nikarin bistînin.Dema ku soza camiyek dan me kêfa me gelekî zêde hat.Lê belê a niha otel xelas bû,  lê mizgeft hêj nîne.Ji me re li kêlêka barekê  bodrumekê bi kirê kirine ku ev yek xelkê taxê, pir aciz dike.Çima xwediyê otelê soza xwe bi cî ne anîn.”

Ji ber dîlekçeyên ku ji teref xelkê taxê ve ji BÎMERÊ re hatine şandin bi îmzeya Miftîtiya Navçeya Yenîşehîrê Şevket Dîlmaç bersivak hat dayîn. Di bersiva ku hat dayîn de qala wê mizgefta ku hatiye xerakirin û qala mizgefta ku li kêlêka barê hatiye vekirin hat kirin.Di bersivê de hat diyarkirin cihê ku lê camî hatiye vekirin ji bona mizgeftê ne munasîb e û ew ji bona camiyê ciheke din digerin.

Xwedîyên otelê yên ku me bi wan re têkete têkiliyê nexwastin di derbarê mijarê de bi me re biaxivin.(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir