• DOLAR 32.353
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2392.752
  • ...
Niştina yekemîn a LYSê qediya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sinavên Bicîkirina Lîsansê ya ku ji bo têketina zanîngehê qonaxa yekem e (LYS) maratona niştina yekemîn a Zanistên Civakî (LYS-4) ya ku îro di saet 10.00an de dest pê kiribû di saet 12.15an de qediya.

Ezmuna ku di 81 bajêr û Lefkoşayê pêk hat de xwendekaran ji beşa LYS-4 pirsên dîrok, coxrafya, koma felsefe û dînê bersivandin.  Cevabên pirsên niştina îro dê sibe piştî niştina LYS-1ê Matematîkê li ser malpera OSYMyê were parvekirin.

Li Diyarbekirê xwendekarên ku beşdarê ezmûnê bûbûn di hindir de xwêdan diretin û malbatên wan jî derve wek kelecan bendewarên zarokên xwe bûn.

Ji Xwendekaran Mucahît Altun diyar kir ku îmtîhan hêsan bûye. Dûvre wî wiha axavtina xwe domand: “Ez 2 sal xebitîm. Hêviya me bi vî îmtîhanê heye. Înşaellah dê ez qabilê keda xwe bistînim. Hemd ji Xweda re. Ezmûn hêsan bû.”

Xwendekarek din Ahmet Gorukmez diyar kir wî xwestiye ku xwe bi ceribîne. Ji ber vî yekê ew beşdarê ezmûnê bûye. Dûvre wiha diyar kir: “Îmtîhan normal bû. Ez îsal qet nexebitîm. Min xwest ku ez xwe biceribînim.”

Mehmet Yildiz destnîşan kir ku ji îmtîhanê hêvîdar e. Dûvre wî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev demek dirêj e ku ez ji îmtîhanê re dixebitim. Armanca em ew e ku em derek baş qezenc bikin. Kanê. Înşaellah dê em ser bikevin.” (ÎLKHA)


 







Bu haberler de ilginizi çekebilir