Serokomar Erdogan beşdarî merasîma cenazeya Muhammed Elî bû
Serokomar Recep Tayîp Erdogan beşdarî merasîma cenaze ya boksorê efsanevî Muhammed Elî bû, merasîma cenazê li bajêra Louîsvîlleya DYEyê hat tertîpkirin.
Serokomar Recep Tayîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Werzîş û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç, Serokê Kar û Barên Diyanetê Mehmet Gormez, hunermendê îngiliz Yusuf Îslam, Hamza Yusufê akademîsyenê DYAyî û rîspî ye, Serokê Natîon of Islamê Louis Farakhan, aktîvîstê mafên reşikan Jesse Jackson, Don Kîngê organîzatorê boksê yê ku maçên Muhammed Elî jî organîze dikir û bi hezaran kes beşdarî merasîma cenazê yê boksore efsenavî Muhammed Elî bûn.
Nimêja cenazê ji teref Mela Zaîd Shakîr ve hat kirin
Beriya nimêja cenazê li salona merasîmê Qur’an hat xwendin û dema ku cenazeya Muhammed Elî anîn salonê kesên ku li salonê bûn tekbîran anîn.Piştî nimêja cenaze ya ku hat edakirin re Serokomar Erdogan bi malbata Muhammed Elî re hevdîtin kir û ji wan xwe serxweşiyên xwe anî ziman.
Boksorê efsanevî Muhammed Eliyê 74 salî ji ber nexweşiya Phoenixtê nerihat bûbû û di rêya nexweşxanê de jiyana xwe ji dest dabû.(ÎLKHA)