• DOLAR 32.226
  • EURO 35.112
  • ALTIN 2470.249
  • ...
Serokomar Erdogan di derbarê êrîşa ku li Stenbolê hat kirin de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Erdogan di derbarê êrîşa bombeyî ya ku li Vezneciyana Stenbolê hat kirin de daxuyaniyeke nivîskî  da.Erdogan ji bilî daxuyaniyê li nexweşxanê kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn ziyaret kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku  hatiye dayîn de hat ragihandin di vê meha mibarek de di roja duyemîn a Remezanê de di ciheke qelebalix de kirine êrîşeke bi vî awayî diyar dike ku tu pîroziyên wan kesên ku failê vê êrîşê ne nîne.

Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de  ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji kesên birîndar re jî şifa hat telebkirin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Tirkiyê dê tu carî serî li ber terorê netewîne.Heta îro gelek êrîşên bombeyî li  Tirkiyê hatin kirin, lê Tirkiye li ber van êrîşan  her tim ser bilind bû û ew ê vê mucadeleya xwe ya bi terorê re bi îstîqrar bidomîne.”

Ji rexê din ve jî Serokomar Recep Tayîp Erdogan çû Nexweşxaneya  Hasekiyê û li wê derê wan kesên ku îro di teqînê birîndar bûbûn ziyaret kir.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir