• DOLAR 32.525
  • EURO 34.848
  • ALTIN 2419.011
  • ...
Cotkarên ku randiman ji pembûyê hilnegirtin berê xwe dan garisê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bismîlê cotkarên ku her sal pembû diçînandin diyar kirin ji ber ku bihayê pembûyê kêm e û çandin û civandina wê bi zehmet e wan wek cotkar dûbare berê xwe dane çandina garisê. 

Yasîn Koçê ku ku li Taxa Ambarê ya girêdayê navçeya Bîsmîlê dijî diyar kir ku çandina garisê hêsan e û di şert û mercên bi zehmet de jî tê çandin û randimana wê baş e ji teref cotkaran ve tê tercîhkirin.

Koç wiha axivî: “Her tim pembû dihat çandin lê ji ber ku ev çend sal e ku ji zeviyan randiman nayê hilgirtin wek cotkar me îsal berê xwe da çandina garisê. Bihayê garisê kêm e lê randimana wê zêde ye. Me berê serê her donimê 600 kîlo pembû hildigirt. Lê niha em wê randimanê nastînin. Paleyî niha daketiye 300 kîloyan. Navîniya pembûyê bi prîma wê re 2 hezar tl ye. Wek biha 650 lîre didin garisê.”

 “Ji ber avdaniya wehşî zevî roj bi roj bejî dibin”

Koç ragihand bi şiklê rêbaza ku wekê avdaniya wehşî tê navandin zevî roj bi roj ber bejibûnê ve diçin. Dûvre Koç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zevî bejî bûne divê ku werin şovkirin. Divê ku em zeviyan şov bikin lê em vî yekê nakin. Ji ber ku em zeviyan şov nakin em çandinê vediguherînin ku randiman ji zeviyan were sitandin. Ji ber ku randimana garisê baş e em niha garis diçînin. Ji bo çandina garisê em di meha nîsanê de zeviyan amade dikin. Em di meha gulanê de dest bi çandinê dikin û di heman mehê de jî av didin. Nêzê 9 caran em zeviyê av didin.”

 “Çandina pembûyê zehmettir e”

Koç bal kişand ku çandina pembûyê zehmettir e. Dûvre Koç wiha pêde çû: “Di van salên dawî de li herêmê şert û mercên hewayê diguhere. Ji ber ku di meha nîsanê de baran zêde dibare randimana pembûyê dikeve. Ji ber vî yekê çandina garisê çêtir e. Ji bo giyahên çolî em karker digirin. Ev yek jî gelek bi mesref e. Di çandina garisê de bi metoda dermenkirinê re ev pirsgirêk ji holê radibe.”

Koç belav kir ku piştgiriya dewletê ya ji bo pembûyê kêm e. Koç dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji piştgiriya cotkariya ku dewlet wek 40 hezar tl dike birîn jî çêdibe. Em saf 35 hezar lîre distînin.” (ÎLKHA)


 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir