• DOLAR 32.516
  • EURO 34.937
  • ALTIN 2436.39
  • ...
 "Derheqê kesên ku qetlîama 6-7êcotmehê dane kirin de tu pêşveçûn tune "
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatibûn qetilkirin ku darizandina 41 kesên bersûc ku 18ên wan girtî ne li 2yemîn Mehkemeya  Cezaya Giran a Enqerê berdewam dikir ku hat ragihandin doz taloqî 18 tebaxa 2016an hatiye  kirin.

Ji parêzerên dozê Abdulganî Orhan piştî niştina 6emîn ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Orhan di daxuyaniya ku da de diyar kir pêwîst e kesên ku vê qetlîamê dane pêkirin jî daxilî dosyayê bên kirin.

Orhan di berdewama axavtina xwe de  diyar kir darizandina 41 kesên bersûc ku 18ên wan girtî ne li 2yemîn Mehkemeya  Cezaya Giran a Enqerê berdewam dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her weke ku hûn jî dizanin him di celseya ewil de him jî ya dawî de ew lêpirsîna ku qala wê tê kirin tê nîqaşkirin. Diviyabû di dosyayê de kesên ku vê qetlîamê dane pêkirin jî hebana, lê heta îro ne di fezlekeyan de û ne jî di lêpirsînan de di warê daxilkirina kesên ku vê qetlîamê dane pêkirin de tu pêşveçûn çênebû.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir