• DOLAR 32.599
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2451.369
  • ...
Hûrgiliyên teqîna li Diyarbekirê derketin holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin teqîn di derdora seat 10.25an de li ser Rêbeja Farqîn û Diyarbekirê li nêzî gundê Kagitliyê pêk hat.Teqemeniya ku berî niha ji teref PKKê ve li rê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta eskeriyê ya bi navê Kîrpî de hat înfîlakirin ku di teqînê de 8 esker birîndar bûn.

Ekserên  ku di teqînê de birîndar bûbûn bi helikopter û ambûlansan rakirin nexweşxanê.Hat hînbûn rewşa eskerekî giran e.

Ji ber teqînê rêya Diyarbekir- Farqînê demekê ji trafîkê re girtî ma. Ji ber girtîbûna rê, rêzên dirêj ên wesayîtan pêk hat.

Her weke ku ew ê bê bîran di 15 Berfanbara 2015an de li ser heman rêyê di dema derbasbûna wesayîta polêsan de dîsa bombe hatibû teqandin û 3 polês jiyana xwe ji dest dabûn û 2 polês jî birîndar bûbû.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir