• DOLAR 32.597
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2450.893
  • ...
Dozgeriyê derheqê belgeyên ku ÎLKHA gihaştibû wan de lêpirsîn da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê du rojan li qeraxa Çemê Muradê kitêbên ku aîdî Fettulah Gulenî ne , belgeyên resmî yên SODESê û gelek Qur’anên ku hatibûn avêtin hatibûn dîtin.

Di derbarê mijarê de ji teref ÎLKHAyê ve xebera bi navê ‘Belgeyên fermî, kitêbên Fethullah Gulenî û gelek Qur’an li ber çem hatin dîtin’ re Serdozgeriya Komare ya Qovanciyan lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komare ya Qovanciyan projeyên SODESê, faturayên pêdaniyê û belgeyên ku hatin û çûyîna pereyan diyar dikirin  ji bona nirxandinê têxiste çarçoveya lêpirsînê.

Belgeyên ku qala wan tên kirin dema ku lê bê kolandin ew ê bê dîtin ku li navçeyeke mîna Qovanciyan di bergehê projeyên SODESê de nêzî milyonek  tl pere hatiye tahsîlkirin.Di nava belgeyên ku li ber qerexa Çemê Muradê hatine bidestxistin de pevnivîsên bi Walîtiya Elezîzê, Navenda Koordînasyona Projeyan û Pêwendiyên Derve ya YEyê, SODES, Navenda Ciwaniyê ya Qovaciyan, Komeleya Piştevanî û Perwerdê ya Qovanciyan re hatine kirin û dekontên ku aîdî  Benqeya Zîreat û Bank Asyayê ne hene.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir