• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Gira ku bi hezaran hechecikan re mazûvantî dike mirov diheyirîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hehececikên ku di demsala zivistanê de koçê derên germ yên wekê Efrîqa dikin bi hatina demsala germ re dûbare hatin dîtin.

Li Gundê Selîveya ku girêdayê navçeya Hezoya Êlihê piştî ji dera ku ji bo sazkirina rê ax hat birin girek pêk hat. Piştî pêkhatina vî girê bi hezaran hechecik di hawîrdora girê de ji xwe re hêlin çêkirin. Însanên ku vî girê dibînin diheyirîn.

Hechecikên ku hêlînên xwe an di derdoa çem, gir an jî sitûnên malan de çêdikin nêzê 2 sal e ku di dabaş girê de hêlîna çêdikin. Ji nişteciyên gund Mehmet Hadî Bîçîcî jî di derhaqê hechecikan de agahî da.

Em her sal havînê hechecikan dibînin. Ev hechecikên ku hêlînên xwe li nav gir û ber çem saz dikin 2 sal e ku me diheyîrînin. Niha di hawîrdora gira ku piştî hilanîna axê pêk hatiye de hêlînên xwe çêdikin. Piştî ku ev gir derket holê bi hezaran hechecikan li wir hêlînên xwe çêkirin.”

Bîçîcî destnîaşn kir piştî ku hewa dicemide ev hechecik koçê derên germ dikin. Dûvre Bîçîcî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hechecik bi hereketên xwe yên lezgîn bala mirov dikişinin. Jimara wan zêde ye. Ji ber ku îro hewa ewrawî ye zêde di homatê de tuninin. Her sal em hechecikan di gundê xwe de dibînin. Hechecikên ku wek komî koç dikin bi sarbûna hewayê re ji vir koç dikin.”

Taybetiyên hechecikan

Hechecikên ku di derbarê jiyana wan de agahiyên ecêb hene ji xeynî derên sema li her derê dijîn. Hechecikên ku ji çûkên wek koçber tên hesibandin xwedî baskên fireh, dûv tûj û wîçwîçok in.

Nêzê 100 cûrên hechecikan hene. Herî zêde cûreyên wan ên wek zinar, dar û bejiyê xuya dikin. Zikê wan sipî, dûv, ser û perê wan reş sitû û eniya wan qehweyî ye û pirçê wan dibiriqe.

Hechecik ji ber ku pir lawaz in li erdê zêde namînin. Gelek lezgînin û dema ku difirin teqle tavêjin. Hechecikên ku ne giyah ne jî goş dixûn bes bi mêşan xwe têr dikin.

Ev çûkên ku ji teref Xweda ve xweajo ne hêlînên xwe wekê zenaetkaran saz dikin. Ev çûk di derbarê sazkirina avahiyên xwe de gele hoste ne. Bi niklên xwe herî û qir û qal dikêşin. Dûvre hêlînên xwe saz dikin.

Hechecikên ku li herêmên Rojhilat û Rojhilata Başûra Anatolê dijîn sitûyên wan sor, dûvê wan du çeqel û gewda wan jî di nabeyna 15 û 23 cm yan de diguhere. Hechecik koçber in. Di destpêka demsala biharê koçê Tirkiyê dikin û nêzê 6 mehan li Tirkiyê dimînin. Hechecik di nabeyna 10-12 salan de dijîn.

Hechecik ji ber ku lingê wan zeîf e zêde nikarin xwe hilbiavêjin. Nêzê 8 saet dikarin xwe li hewa bigirin. Bê navber dikarin 8 saet bifirin. (ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir