• DOLAR 32.565
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2449.12
  • ...
Hat îddîakirin berpirsiyarê Entabê yê DAIŞê xwe teqand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entabê ev bû 2 roj li dijî DAIŞê operasyon tên lidarxistin ku heta niha di operasyonan de 60 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên ku doh li bajêr hatin kirin de di ser maleke ku tê îddîakirin aîdî DAIŞê ye de hat girtin. Hat îddîakirin di dema serdegirtinê de Yunus Durmazê ku berpirsiyarê Entabê yê DAIŞê ye xwe teqandiye. Her wiha hat ragihandin Hecî Elî Durmazê ku birayê Yunus Durmaz  jî di serdegirtinê de hatiye binçavkirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer li navçeya Şehîtkamîla Entabê pêk hat.Di dema serdegirtinê de Yunus Durmaz bombeya li  ser xwe teqand.Di encama teqînê de Yunus Durmaz jiyana xwe ji dest da. Ji ber bûyera ku pêk hat gelek polês û ekîbên tenduristiyê ji cihê bûyerê re hatin sewqkirin.Her wiha hat ragihandin di dema serdegirtinê  de Hecî Elî Durmazê ku birayê Yunus Durmaz e jî hatiye binçavkirin.

Di derbarê bûyerê de ji teref walîtîyê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin di bûyerê de ji bilî kesê xwekuj tiştek bi tu kesî nehatiye.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir