• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Îsraîl dostê Mislimanan nînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Êlihê yê Partiya Saadetê Mehmet Firat di derbarê têkiliyên Îsraîl û Tirkiyê ya ku ji nû ve hatiye sazkirin û têkiliyên her du dewletan de daxuyaniyekê nivîskî da. Firat diyar kir ku Îsraîl dostê Mislimanan nînin.

Firat destnîşan kir ku li Tirkiyê hêj jî hewl didin ku bala însanan bikişînin li ser mijarên din. Dûvre Firat axavtina xwe wiha domand: “Di van rojên dawî de hewl didin ku mijarên wekê dosyayên destnedayînî, mijara makeqanûnê, kongreyên MHP û AK Partiyê di rojevê de bigirin da ku gel mizakere, hevdîtin û peymanên ku bi Îsraîlê re pêk hatiye werin jibîrvekirin.”

Firat belav kir ku Îsraîl bi fêl û lîstikên xwe yên cûr bi cûr Rojhilata Navîn serûbin kiriye. Dûvre Firat wiha pê de çû: “Îsraîl div an mehên dawî de qetlîamên xwe yên li Xezeyê zêdetir kiriye. Tirkiye vetoya xwe ya Îsraîlê ya di NYyê de rakiriye, ji bo ku Îsraîl têkeve NATOyê derî vekiriye. Her wiha Tirkiye peymanên nû yên ticarî bi Îsraîlê re Îmza kiriye û di her firsatê de dibêje Tirkiye niyazmendê Îsraîlê ye. Ev yek ji Tirkiyê re zilm e û ji bo Mislimanan heqareta herî mezin e.”

 “Îsraîla ku dijminê herî mezin hatibû îlankirin îro wek dost hatiye îlankirin”

Firatê ku di daxuyaniya xwe de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan rexne kir wiha axavtina xwe domand: “Îsraîla ku ji teref Serokkomar wek dijmin hatibû îlankirin îro wek dost hatiye îlankirin. Kesên ku doh gotine; ‘one mînute’ û ji Îsraîlê re beyraq vekirine îro Îsraîlê hembêz dikin. Ev yek rastî manîdar e. Çi hat guhertin Îsraîla ku doh dijminê herî mezin bû îro wek dost hatiye îlankirin. Ji xeynî wî yekê Îsraîl piştgirî dide her cûr rêxistinên terorê û bi taybet Îsraîl piştgirî dide terorên ku li erdnîgara Îslamê xwîn dirêje. Her wiha Îsraîl bi piştgirîya Ûris û Emrîkayê ya lojîstîk her cûr wehşetê dide kirin. Di gel vî yekê mixabin îro li Tirkiyê ji devê desthilatdaran di her axavtinê de dibêjin Îsraîl dostê me ye. Îsraîla ku dijminê herî mezin hatibû îlankirin îro wek dost hatiye îlankirin.”

 “Îsraîl dostê Mislimanan nînin”

Firat diyar kir ew kesên ku plana BOPê ya li Rojhilata Navîn a Îsraîlê wekê ku ji bîrvekirine îqaz dikin. Dûvre Firat wiha belav kir: “Îsraîl hergîz dostê Mislimanan nînin û nabe dostê Mislimanan. Kesên ku piştgirî didin van lîstok û planên mezin ên Îsraîlê sibê dê nekarin li hemberê dîrokê de hesaba xwe bidin.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir