Namzetê Serokê Giştî yê AK Partiyê: Bînalî Yildirim
Ji bo Serokê Giştî yê AK Partiyê ya ku dê di Kongreya Mezin a Asayî ya 2 yemîn a ku dê di 22yê Gulanê were lidarxistin de Parlementerê Îzmîrê Bînalî Yildirim hat hilbijartin.
Li Lijneya Biryar û Rêvebirya Navenda AK Partiyê di saet 11.00an de civîn hat lidarxistin. Di kontrola daxwaziya ku hat kirin de ji bo serokê giştî navê Bînalî Yildirim derket pêş.
Piştî civînê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo namzetê Serokê Giştî ya AK Partiyê, Parlementerê Îzmîrê Bînalî Yildirim wek biryar hatiye dayîn. (ÎLKHA)