• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Ji bo ku ji yên din re nebe emsal bavê me di girtîgehê de digirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zarokên Ahmet Arslanê ku ji 2001an pê ve pirsgirêkên wî yên tendirustiyê heye û ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ve di girtîgehê de ye diyar kirin ku rapora bavên xwe dane nîşanî Wezîrtiya Tendirustiyê. Wezîrtî jî wek bersiv gotiye; ‘Ji bo ku ji yên din re nebe emsal bavê me di girtîgehê de digirin.’

Zarokên Arslanî destnîşan kirin ku rapora tendirustiyê ya bavên xwe dane nîşanî Mehmet Muezzînogluyê ku Wezîrê Tendirustiyê ye. Dema ku wezîr vî raporê dîtiye wek bertek: “Ev zilam hêj dijî?” wan bi xwe jî wek bersiv gotine; ‘Belê dijî û ji ber baweriya xwe hêj di girtîgehê de ye.”

Zarokan diyar kirin ku 10 piştî hevdîtinê wezîrtî li wan geriyaye. Dûvre wiha diyar kirin: “Ji ber ku dosyaya bavê min sîyasî ye ji bo ku ji yên din re nebe emsal wan diyar kirin ku nikarin tu tiştekî bikin. Yanê ji bo ku ji yên din re nebe emsal bavê me di girtîgehê de digirin.”

Gor naveroka rapora tendirustiya Ahmet Arslanî piştî ku ew dûçarê îşkenceyan bûye nexweşiyên wî yên wekê şeker û tansiyonê derketiye û di 4 demarên wî de xitimandin heye.

Arslanê nexweş 6 car emeliyet bûye û di 2 emeliyatên wî de demarên wî teqiyane. Her wiha Arslanê ku rojê 18 cûr derman dixwe gor agahiyên tixtotan Ahmet Arslan bi qrîza qelbê re rû bi rû maye.

Ji lawên wî Giyasettîn Arslan di derbarê bavê xwe de ji ÎLKHAyê re axivî. Arslan destnîşan kir ku bavê wî di gel nexweşiya wî li girtîgehê ye.

Arslan diyar kir ku bavê wî di sala 2001an de hatiye binçavkirin û çendîn roj îşkence lê hatiye kirin. Piştî vî yekê ew serbest hatiye darizandin. Dûvre Arslan di derbarê bavê xwe de wiha axivî : “Di sala 2013an de mehkemeya bavê min encimi û cezaya bavê min ji teref dadgeha bilind ve hat pejirandin. Dema ku ev hat pejirandin bavê min hîcret kir. Lê pêwîst bû ku biçe nexweşxanê. Rojekî dema ku çû nexweşxanê ji teref polêsan ve hat girtin.”

Ji lawê wî yên din Abdulkadîr Arslan diyar kir ku 4 demarên wî bi tevahî xitimiye û 5 demarên vî yên din jî xitimandî ne. Dûvre Abdulkadîr Arslan wiha pê de çû: “Kesê ku 9 demarên wî xitimandî ne û rojê 18 cûr derman dixwe çawa dimîne li girtîgehê? Di heftê de 2 car pêwîst e ku bavê min ji bo kontrolê biçe nexweşxanê. Lê ew bes heftê de carek diçe.”

 “Dixtor dema bihîst ku bavê min ji dosyaya Hîzbullahê tê darizandin wî bê muayene şand girtîgehê”

Arslan wiha qala kontrola bavê xwe kir: “Bavê min diçe dixtor. Dixtor dibêje bavê min tu ji kîjan dosyayê tê darizandin? Bavê min jî dibêje ji dosyayê Hîzbullah. Dixtor dema dibihîse ku bavê min ji dosyaya Hîzbullahê tê darizandin wî bê muayene dişîne girtîgehê. Ji re dibêje tu here dmê ez dosyaya tê bi fermandaran re bişînim.”

 “Ji bo ku ji yên din re nebe emsal bavê me di girtîgehê de digirin”

Arslan diyar kir ku rapora tendirustiyê ya bavên xwe dane nîşanî Mehmet Muezzînogluyê ku Wezîrê Tendirustiyê ye. Dema ku wezîr vî raporê dîtiye wek bertek: “Ev zilam hêj dijî?” wan bi xwe jî wek bersiv gotine; ‘Belê dijî û ji ber baweriya xwe hêj di girtîgehê de ye.”

Her wiha Arslan bal kişand ku 10 piştî hevdîtinê wezîrtî li wan geriyaye. Dûvre wiha diyar kirin: “Ji ber ku dosyaya bavê min sîyasî ye ji bo ku ji yên din re nebe emsal wan diyar kirin ku nikarin tu tiştekî bikin. Yanê ji bo ku ji yên din re nebe emsal bavê me di girtîgehê de digirin.”

 “Li Tirkiyê edalet gor şexsan tê sazkirin”

Arslan destnîşan kir ku di wefata bapîr û dayîka wî de bes çend saetek destûr dane bavê wî. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Dema ku xizmekî Ergenekoniyan dimire 48 saet destûr didin wan. Li Tirkiyê edalet gor şexsan tê sazkirin.”

Lawê Ahmet Arslanî yê herî biçûk Halîl Îbrahîm Arslan belav kir bersûcên Ergenekonê him tên serbestberdan hîm jî tezmînat didin wan bersûcan. Dûvre Arslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez bes ji bo bavê xwe ne, ji bo her Yusufiyan dibêjim kî ji kerema xwe re dûbare li dosyayên kesên ku ji ber baweriya xwe mehkûm bûne binêrin.”

Parêzerê wî: Muwekîlê min bi şiklekî baş nayê tedawîkirin

Ji parêzerên Ahmet Arslanî Abdulganî Orhan diyar kir ku miwekkîlê wî rojê 18 cûr derman dixwe û bi şiklekî baş nayê tedawîkirin.

Orhan diyar kir di şertên normal û asayî de guçikên kesên ku wan dermanan dixwe di 6 mehan de îflas dike. Dûvre Orhan wiha rahihand: “Gor qanûnê kesê ku dikare niyazmendiyên xwe bi xwe têr bike ji xeynî efûwa Serokkomar nikare tehliye bibe. Lê rewşa miwekkîlê min beredayî ye.” (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir