Arîkarê midûr a Egîtîm-Senî ji ber propagandaya PKKê hat girtin
Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê arîkarê midûr a ku tê diyarkirin Egîtîm-Senî ye ji ber ku propagandaya PKKê kir 2 sal û 3 meh ceza xwar.
Her weke ku tê zanîn di 23ê Mijdara 2015an de li navçeya Tarsûsa Mêrsînê Dibistana Navîn a Fahrettîn Paşa ji teref kesên PKKyî ve hatibû şewitandin. Macîde Boylu ya ku him arîkarê midûrê vê mektebe ye û him jî di îdareya Şubeya Tarsûsê ya Egîtîm-Senê de ye ji ber ku li ser medyaya civakî parvekirinan kir bi hinceta kirina propagandaya PKKê hat girtin.Hat ragihandin ji Boyluyê re 2 sal û 3 meh ceza hatiye dayîn.
Her weke ku ew ê bê bîran Macîde Boylu di 20ê nîsanê de ji peywirê hatibû dûrxistin.
Hat dîtin ku Boylu ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî dîmenên YPGyiyan parve kiriye û her wiha hisabên ku kiryarên PKKê diweşînin jî ecibandiye.(ÎLKHA)