Ambûlans û otomobîl li hev qelibîn: 1 mirî û 2 birîndar
Li Edenê di qezaya ku di encama li hev qelibîn ambûlans û otomobîlê pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li mewqiya Taxa Delîçaya navçeya Sariçama Edenê pêk hat. Otomobîla ku melayê taxê Yilmaz Uçar diajot û ambûlans li hev qelibîn. Di encama qelibînê de otomobîl gindirî şarompolê.Di encama qezaya ku pêk hat de melayê taxê Uçar jiyana xwe ji dest da qîzên wî yên bi navê Esma û Şule Uçar jî birîndar bûn.
Hat hînbûn rewşa kesên birîndar a niha baş e.(ÎLKHA)