• DOLAR 32.28
  • EURO 34.796
  • ALTIN 2413.018
  • ...
Operasyonên reçeteyên sexte: Nêzî 100  kesî hat binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Stenbol wek navend li 32 bajêran operasyonên reçeteyên sexte hatin kirin, di operasyonên ku hatin kirin de nêzî  100 kesî hatin binçavkirin.Tê diyarkirin di nava kesên ku hatine binçavkirin de doxtor û profesor jî hene.

Hat hînbûn li Edene, Bûrsa û Diyarbekirê kesên ku hatine binçavkirin hene û li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê profesorek jî hatiye binçavkirin.Hat hînbûn li Diyarbekirê profesorekî ku li Zanîngeha Dîcleyê wezîfedar e û dermanfiroşên bi navê V.S, K.B, D.A. û doxtorên bi navê U.O, F.K, M.A, M.O, O.Î. hatine binçavkirin.

Li Batmanê jî di çarçoveya operasyonên reçeteyên sexte de 2 kes hatin binçavkirin.Her wiha di  operasyonên ku li Edenê hatin kirin de jî 8 kesên ku di nav wan de dermanfiroş, doxtor, mumesîl û nexweş jî hebûn hatin binçavkirin.

 Hat hînbûn kesên ku kontrola wan a tenduristiyê hatine kirin şandine Stenbolê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir