Teqemenî avêtin avahîya eskeriyê
Li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê teqemenî avêtin avahîya eskeriyê.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer di derdora seat 13.00an de li semta ofîsa Yenîşehîrê pêk hat.Teqemenî ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve ji avahîya eskeriyê hat avêtin.
Teqemeniya ku îsabetî banê avahîya eskeriyê kir bi dengeke zêde teqiya.(ÎLKHA)