Pîreka ku wesayîtê lê xistibû hat definkirin
Xatun Elhamana 76 salî ya ku duh li semta Ofîsa Diyarbekirê wesayîta eskeriyê lê xistibû û jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Yenîkoya navçeya Baglarê spartin axê.
Her weke ku tê zanîn duh Xatun Elhamana 76 salî li semta Ofîsa Diyarbebekirê dema ku dikir derbasî hember bibe wesayîta eskeriyê lê xistibû û jiyana xwe ji dest dabû. Elhamana ku jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Yenîkoya navçeya Baglarê spartin axê.
Elhamana ku nimêja wê ya cenazê hat edakirin dû re ji teref hezkirîyên wê ve hat definkirin.
Lijneyek ji Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HUDA PARê piştî karên definkirinê ji malbata Elhaman re serxweşiyên xwe anîn ziman.
Ji bona Xatun Elhamana 76 salî ya ku wefat kiribû li navçeya Baglarê li Mala Şînê ya Yamaçiyan cihê taziyê hat vekirin.(ÎLKHA)