• DOLAR 32.496
  • EURO 34.837
  • ALTIN 2441.919
  • ...
Xwendekarê ku PKK wî revandibû piştî 338 rojan gihaşt malbata xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zafer Tekman (20) û Îdrîs Doganê ku li Zanîngeha Colemêrgê beşa Ziman û Edebiyata Îngilîzî dixwendin  di 27ê Gulana 2015an de ji teref PKKê ve hatibûn revandin. Îdrîs Dogan di serê meha Tebaxê de gihaştibû malbata xwe. Zafer Tekman jî piştî 338 rojan gihaşt malbata xwe.

Li Colemêrgê ji ber ku dîndar bûn çendîn bar ji teref PKKê ve ev xwendekar hatibûn tehdîtkirin. Ev mijar di rojevê de cî girtibû. Malbatan wan xwendekaran jî ji bo ku zarokên wan vegerin malên xwe gelek hewl dabûn lê di serî de ev hawl bê encam û bersiv mabû.

Ji ber ku Zafer Tekman û Îdrîs Dogan dîndar bûn her tim ji teref endamên CODERa ku karûbarên xwe li zanîngehê bi rê ve dibirin ve dihatin tehdîtkirin. Dûvre ev her du xwendekar ji teref PKKê ve hatibûn revandin. Ji ber vê yekê malbatavan xwendekaran çûbûn Colemêrgê û di derbarê mijarê de tehqîqat kiribûn.

Di derbarê vî mijarê de malbata Îdrîs Doganî diyar kiribûn piştî ku ev ciwan hatibûn revandin ew wek malbat çûbûn Colemêrgê û ji bo ku Îdrîsê bibînin serî li her rêyê dane heta çûne cem polêsan jî. Lê di gel vî hewlê tu encam ji vî xebatê bidest nexistibûn.

3 meh piştî revandina wan xwendekaran Îdrîs Dogan gihaştibû malbata xwe. Zafer Tekman jî piştî 338 rojan gihaşt malbata xwe. (ÎLKHA)



 





Bu haberler de ilginizi çekebilir