• DOLAR 32.56
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2440.142
  • ...
Di derbarê qlîba ku li Sûrê hatibû kişandin de tehqîqat hat destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Walîtiya Diyarbekirê di derbarê qlîba faşîst û nîjadperest a bi navê ‘Yalnizim Atam’ a ku li Sûrê di dema qedexeya derketina derve de hatibû kişandin de dest bi tehqîqatê kir.

Di derbarê mijarê de Walîtiya Diyarbekirê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin qlîba faşîst û nîjadperest a bi navê ‘Yalnizim Atam’ a ku li Sûrê di dema qedexê de hatibû kişandin tu destûr nehatiye dayîn.

Daxuyanî wiha hat domandin: “Hatiye tespîtkirin ku di derdora Mizgefta Kurşunluyê û hawîrdora wê de qilîbek hatiye kişandin û ev qilîb di hinek sîte û malperan de cî girtiye. Di derbarê vê qlîbê de tu destûr nehatiye dayîn.” Her wiha hat diyarkirin ku di derbarê qlîbê de tehqîqat hatiye destpê kirin.

Ji teref gel vê tê mereqkirin ku gelo ev qlîb ji teref kî ve û bi çi awayî hatiye kişandin. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir