Qamyoneta bombebarkirî hat îmhakirin
Qamyoneta bombebarkirî ya ku li navçeya Erdîşa Wanê hatibû bidestxistin bi şiklekî kontrolî hat taqandin.
Li Erdîşê îro piştî xebatên fermandariya Cendirmê ya Bajarê Wanê qamyoneta ku hat bidestxistin bi şiklekî kontrolî hat îmhakirin.
Qamyoneta ku di saetên sibê de hatibû bidestxistin li hawîrdora Gundê Nîşanciyê di nav çalekê de bi şiklekî kontrolî hat îmhakirin. Hat diyarkirin ku ev dema îmhakirina wesayîtê ji teref gelê navçeyê ve hatiye bihîstin.
Di qamyonetê de 25 tûpên senayiyê yên ku serê wan birîtiye, 25 bîdonên ku di nav de sotemenî, amonyum nîtrat û 3 baxir hebû. (ÎLKHA)