• DOLAR 32.567
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2448.287
  • ...
STK ew ê piştgiriyê bidin bernameya Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji STKyên Îslamî yên ku li bajêr fealîyetên xwe dikin Komeleya Anadolu Gençlîk, Dîyanet-Sen, Îhya-Der û Platforma Azadiya Bawerîyê ya Diyarbekirê diyar kirin ew ê destek û piştgiriyê bidin wê bernameya Wîladeta Pîroz a ku ew ê di 17ê Nîsanê de li Qada Newrozê bê tertîpkirin.

Di derbarê girîngîya mijarê de temsîlkar û nûnerên STKyan hest û ramanên xwe anîn ziman.Kesên ku di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn ziman nirxandinên balkêş kirin.Serokê Komeleya Anadolu Gençlîkê Abdurrahman Ergîn diyar kir divê temamên însanan bi exlaqa Hz. Muhammed bi exlaq bibin û divê temamên mislimanan jiyana Hz. Muhammed di jiyana xwe de tetbîq bikin.

Her wiha Serokê Şubeya Dîyanet-Sena Diyarbekirê Omer Evsen jî diyar kir pêwîst e ku her misliman karibe bibêje ez ji Pêxembere hez dikim û her wiha divê temamên însanan wê şêweya jiyanê ya ku Pêxember aniye di jiyana xwe de tetbîqbikin.Evsen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê temamên mislimanan biçin van bernameyan.Divê ev çûyîna wan bernameyan ji wan re bibe erk û wezîfeyek.Ev bernameyên Wîladeta Pîroz a ku qala biratî û wehdetê dike gelekî bi qedr û qiymet e.Pêwîst e ku xelk wê rojê li wê derê be.”

Serokê Îhya-Derê Muzaffer Beber jî di derbarê girîngîya mijarê de diyar kir ew ê digel endam û dildarên xwe biçin bernameya Wîladeta Pîroz û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bernameyên Wîladeta Pîroz her çiqas ji teref ji kesên xeyrî Îslamî ve tên xwestin bên astengkirin û her çiqas hewl bê dayîn da ku xelkê me ji hezkirina Resûlullah dûr bê xistin bi izna Xwedê ew ê ev bernameyên Wîladeta Pîroz yên ku ew ê bên tertîpkirin û ev xelk lîstika wan kesan xera bike.Di serî de Evîndarên Pêxember û her wiha temamê Mislimanan ji bona vê bernamê bi dil û can dixebitin.Em jî digel endam û dildarên xwe destek û piştgiriyê bidin vê kampanyayê.Em wek Evîndarên Pêxember dê qadan dagirin.”

Her wiha Koordînatorê Platforma Azadiya Baweriyê yê Diyarbekirê Îbrahîm Gokdemîr û  Endamê Lijeya Birêveberiya Îlîm-Derê Yusuf Keşfî jî hest û ramanên xwe anîn ziman û diyar kirin ew ê jî destek û piştgiriyên xwe bidin bernameya Wîladeta Pîroz a ku ew ê di 17ê Nîsanê de li Qada Newrozê ya Diyarbekirê bê tertîpkirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir