Li Kanîreşê li dijî PKKê operasyon: 5 kes hatin tewqîfkirin
Li Bîngolê di operasyonên ku li dijî PKKê hatin kirin de ji kesên ku hatibûn binçavkirin 5 kes hatin tewqîfkirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Bîngolê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin di encama xebatên ku ji teref cendirmeyan ve hatin kirin de li gundê Hacilara Kanîreşê û li Stenbol, Kocaelî, Antalya û Malatyayê di heman demê de operasyon hatin kirin û di operasyonên ku hatin kirin de 10 kes hatin binçavkirin.
Ji van 10 kesên ku hatibûn binçavkirin 5 kes hatin tewqîfkirin û 5 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin serbestberdan.(ÎLKHA)