• DOLAR 32.588
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2456.306
  • ...
Diyarbekir bi kelecaneke mezin haziriya Wîladeta Pîroz dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temamên haziriyên bernameya Wîladeta Pîroz a ku ew ê di 17ê Nîsanê de li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Qada Newrozê bê tertîpkirin bi kelecaneke mezin  berdewam dikin.

Dildarên platformê  ji bona xelkê dawetî vê bernameyê bikin bi cûrbecûr cihên bajêr ve afîş û pankartan didaleqenin.Li bajêr hat dîtin pankart û afîşên ku li ser wan nivîsên mîna ‘Ji Wîladeta Pîroz a Pêxemberê Biratî û Wehdetê Hz. Muhammed re dawet’ bi pir, kolan, kargeh û bi otobus û mînîbûsan ve hatine daleqandin.

Ji xeynî van xebatan hat diyarkirin mal bi mal tê gerîn û kitêbên ku di derheqê jiyana Hz. Muhammed de hatine amadekirin tên belavkirin.Di derbarê mijarê de Koordînatorê Diyarbekirê yê Platforma Evîndarên Pêxember  Cemîl Cahît Unsal nirxandinek kir.Unsal di nirxandina ku kir de diyar kir ji bernamê re demeke kin maye ku ji ber vê yekê xebatên wan ên di vî warî de zêde bûne.

Unsal di berdewama axavtina xwe de diyar kir heta roja bernamê ew ê ji bona Wîladeta Pîroz belavok û kitebêk ji her malî re bê belavkirin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Branda li kolanan ve hatin daleqandin.Ji bona belavkirina  2 hezar dawetiyê xebat hatin destpêkirin.  Her wiha nêzî 20 hezar afîş jî di nava bajêr de li cihên cûrbecûr ve tên daleqandin.Xebatên me yên mîna van berdewam dikin. Em ê digel belavokan kitêbeke siyerê jî belav bikin.Em hewl didin da ku jiyana  pêxemberê me bê xwendin û bê fêmkirin.”

Unsal di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê Diyarbekirê yê ku evîndarê pêxember e her sal teweccuheke mezin nîşanî bernameyan dane û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xelkê me bi kelecaneke mezin li benda bernamê ye.Bi izna Xwedê ew ê bernameya me gelekî baş derbas bibe.Em wek platformê ji birayên xwe yên ku evîndarên pêxember in daxwaz dikin bila ew jî di vî warî de kampanyayan bidin destpêkirin.”

Unsal diyar kir ew ji bona bernameya Wîladeta Pîroz wesayîtên cûrbecûr ji navenda bajêr bên rakirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê ji 21 xalên  bajêr wesayîtên bêheq rabikin.Di vî warî de hinek birayên me hene ku destekê didin me.Her wiha kooperatif, şofêr û fîrma hene.Em dixwazin ji vê derê bangekê bikin; weke ku tê zanîn Qada Newrozê ji bajêr parîkek dûr e ku em jî ji ber vê yekê di warê birin û anîna xelkê de zehmetîyan dikşînin. Mixabin di vî warî de şaredarî jî weke ku hûn dizanin destek û piştevaniyê nadin me.Ev birin û anînên ku tên kirin  bi temametî bêheq in.Ji ber vê yekê em ji birayên xwe yên hesas teleb dikin kesên ku karibin di vî warî de alîkariya me bikin dikarin muracatî platformê bikin.Em ê di vî warî de bibin alîkarî.”

Unsal di dawiya axavtina xwe de wiha diyar kir: “ Cardin em xelkê xwe yê evîndarê pêxember ji bernameya Wîladeta Pîroz a ku ew ê di 17ê Nîsana 2016an de li Qada Newrozê bê tertîpkirin re dawet dikin.Bernameya me ew ê di seat 11.00an de bi îlahîyan dest pê bike û ew ê Wîladeta Pîroz jî di seat 13.00an dest pê bike.”(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir