4 DBPyî hatin tewqîfkirin
Hat ragihandin 4 kesên ku endamê Meclîsa Partiya DBPê ne hatine qefaltin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji teref Serdozgeriya Komare ya Diyarbekirê ve dihat kirin de di wan rojên borî de li Diyarbekir, Wan, Enteb û Enqerê li dijî DBP û KJAyê operasyon hatibûn kirin.
Di encama operasyonên ku hatibûn kirin de 14 kes hatibûn binçavkirin ku ji van 5 kes li Diyarbekirê derxistin adliyê.Çîmen Işik, Pero Dundar, Olcay Kanlibaş û Zozan Toprak ên ku endamên meclîsa Partiya DBPê bûn ji teref mehkemê ve hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)