Êrîşa çekdarî li mezinê Eşîra Jîrkî hat kirin
Li Beytuşşebaba Şernexê êrîşa çekdarî li mezinê Eşîra Jîrkî Tahîr Adiyaman hat kirin.
Hat ragihandin li Beytuşşebaba Şernexê ji teref PKKyiyan ve êrîşa çekdarî li mezinê Eşîra Jîrkî Tahîr Adiyaman hat kirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Tahîr Adiyamanê ku ji mezinên Eşîra Jîrkîyan e di hilbijartinên 7ê Hezîranê de ji AK Partiyê bûbû namzedê parlementeriyê.Tahîr Adiyaman dema ku ji gund diçû Beytuşşebabê li mewqiya Hîsarkapiyê rasta PKKyiyên ku rê birîbûn hat.
Di dema rast hatinê de kesên PKKyî bi çekên lûle dirêj êrîşî wî û du wesayîtên digel wî kirin, di encama pevçûna ku nêzî 20 deqîqe berdewam kir de Tahîr Adiyaman birîndar bû.Adiyaman pêşî rakirin Nexweşxaneya Beytuşşebabê û dûvre jî ji wir bi helîkopterê birin Nexweşxaneya Eskeriyê ya Şernexê.
Hat hînbûn rewşa Tahîr Adiyaman a niha baş e.(ÎLKHA)