• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di Girtîgeha Jinan a Gebzê de şewat: 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Gebzeya Qocaeliyê di Girtîgeha Jinan a Gebzê de şewat derket. Hat ragihandin ku gelek ambulans sewqê wir kirine û birîndaran rakirine nexweşxanê.

Gor agahiyên hatine bidestxistin şewat di derdora saet 18.00an de di qawîşekê de şewat derket. Bi xeberdana pasbanê gelek ambulans, vekuj û polês çûn ciyê şewatê. Dûvre vekuj midaxaleya şewatê kir. Di encama şewatê de 2 yê wê giran bi tevahî 6 kes birîndar bûn.

4 kesên ku ji dumanê bandordar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê yê Fatîha Gebze. Her wiha hat ragihandin 2 kesên ku bi şiklekî giran birîndar bûne sewqê Nexweşxaneya Dewletê yê Farabiya Daricayê kirine.

Hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de tehqîqat dest pê kiriye. (ÎLKHA) 





Bu haberler de ilginizi çekebilir