Li Nisêbînê pevçûn didome
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di operasyonên ku didomin de polêsekî ji serê xwe hat lêdan û bi şiklekî giran birîndar bû.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di operasyonên ku didomin de polêsekî ji serê xwe hat lêdan û bi şiklekî giran birîndar bû. Her wiha hat idîakirin ku operasyonên navçeyê dê leşkerekî xwedî paye fermandetî bike û walî ji biryarên di derbarê operasyonan de hatiye dûrxistin.
Pevçûnên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê çendîn roj in ku didome. Hat ragihandin ku şerê di taxên Dîcle û Firatê de di derdora saetên sibê de tûndtir bûye û hêj didome.
Hat diyarkirin tankên TSKyê têketinê bulwarên Şîrîn û Kanaryayê û topan diavêjin. Hat ragihandin ku 24 saet in top tên avêtin.
Hat destnîşankirin di operasyonên navçeyê de polêsekî ji serê xwe hat lêdan û bi şiklekî giran birîndar bûye. Polîsî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Hat idîakirin ku walî ji biryarên di derbarê operasyonan de hatiye dûrxistin. (ÎLKHA)