4 kes ji ber kirina propagandaya PKKê hatin binçavkirin
4 kesên ku tê diyarkirin endamên SES û Egîtîm-Senê ne ji ber îddîaya kirina propagandaya PKKê hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ev her 4 kes li ser medyaya civatî bi parvekirinên ku parve kirine propaganadaya PKKê kirine.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin C.T. û B.Gyê ku li nexweşxanê dixebitîn û 2 kesên ku endamê SES û Egîtîm-Senê ne hatin binçavkirin.
Kesên ku hatine binçavkirin birin ewlehiyê.(ÎLKHA)