• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Ew kesên ku hewl didin jirêderketiyan bixin bin garantiya Makeqanûnê nikarin qala exlaqê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatiya Karên Civatî ya HUDA PARê  bi daxuyaniyeke nivîskî ya ku weşand di derbarê geşedaniyên xeyrî exlaqî yên ku di van demên dawî de rû dane, di  derbarê tacîz û îstîsmara zayendî de daxuyaniyên balkêş da.

Di daxuyaniya ku hatiye weşandin de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Her weke ku tê zanîn di rêjeya sûcên xeyrî exlaqî yên mîna îstîsmara zayendî, tacîz û tundiya ku li dijî jinan de tên kirin de  zêdebûn çêbûye û ji van gilî û gazin tên kirin ku di van rojên dawî de hinek bûyerên ku wîcdanan diêşenin û sînorên tehemûlê didin zorê  pêk hatine ku ev jî  nîşan dide ku em wek civatê bi ber rewşeke çawa ve kaş dibin.Dixwaze bila ev bûyera xeyrî însanî ya wî perwerdekarê ku ji rê derketiye û xebatkarê weqfekî ye û bûyerên mîna ya Beratcan ku ev bûyer ji teref kesên bêhaya û bêmerhemet ve hatine kirin û her wiha ew rewşa pêwendiyên ensest ên ku ew ê bên lenetkirin her roja ku derbas dibe zêde dibin ku ev bûyer tev, rewşa civatê ya ku tê de ye nîşan dide û dide ber çavan.”

 “Îro di pey wan geşedaniyên ku pêk tên de ew sîstema ku bi salan bi nirxên xelkê  re şer dikir heye”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin çavkani û sedema van geşedaniyên ku pêk tên ew sîstema ku bi salan bi nirxên xelkê  re şer dikir heye û wiha li axavtinê hat zêdekirin: “ Sedema sereke ya vê hilweşîna exlaqî ya ku qala wê tê kirin meylkirina Xerbê ya vê civatê ye  ku ev civata me ji îslam û nirxên Îslamê dûr bûye û hatiye dûrkirin. Sîstema mewcûd di bin navê mucadeleya bi paşvexwezî û dereçaxî de li nirxên xelkê Misliman re şer vekir.Ev sîstem bi vekirina vê şerê zext û zordariyê li xelkê kir da ku  di bin navê jiyana nûjen û modern de jiyana tîpa xerbê hilbijêre.Di vê pêvajoyê de îffet û tesetûra pîreka Misliman bûye hedefa herî mezin a vê sîstema mewcûd.”

 “Ev jirêderketîbûn di roja me de hewl hat dayîn da ku meşrû bê nîşandan û ji van re teşwîq tê kirin”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ji ber ku nesla nû ji nirxên exlaqî hatiye dûrkirin û ji ber ku nava mefhûma malbatê hatiye valakirin di nava civatê de hadiseyên neyînî pêk tên û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Bi wan xebatên ku ji holê rakirina saziya malbatê û guherandina erka pîrekan a di civatê de nesla nû ya ku mezin dibe ji nirxên exlaqî hatiye mahrûm hiştin.Ew jirêderketîbûnên ku di paşarojê de bûye sedama helaka ummetên borî di roja me de hewl tê dayîn da ku wek meşrû bên nîşandan û ji van re jî teşwîq tên kirin.Ji ber van sedeman ji zewacê re rexbet kêm bûye, telaq zêde bûne û pêwendî û têkilîyên xeyrî meşrû zêde bûne.Ji ber zêdebûna van pêwendî û têkilîyên xeyrî meşrû  zarokên ku nesebên wan ne sahîh in jî  zêde bûne ku ev yek jî bû sedem ku ew pitikên ku hêj nehatine dinyayê bi kurtajê bên qetilkirin.Eger tenê îtîbar li daxuyaniyên resmî bê kirin li Tirkiyê ji ber minasebet û têkilîyên xeyrî meşrû di nava salekê de di encama kurtajên ku tên kirin de zêdetirî ji 150 hezarî  bebek tên qetilkirin.”

 “Hinek kesên siyasî ji ser bûyerên xeyrî exlaqî yên ku pêk tên hewl didin da ku ‘ranta siyasî’  berhev bikin”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ew kesên ku wan têkilî û pêwendiyên xeyrî exlaqî yên di nava civatê de meşrû dibînin ji van tiştên ku pêk tên mesûl in û dûvre wiha pê de hat çûyîn: “ Ev rewşa ku civat di nav de ye li ber çavan e, digel vê yekê ew kesên ku hewl didin van têkilî û pêwendiyên xeyrî exlaqî yên di nava civatê de meşrû bidin nîşandan û vê  yekê di her firsedê de muhafeze dikin  ji van tiştên ku pêk tên mesûl in. Her wiha hinek kesên siyasî ji ser bûyerên xeyrî exlaqî yên ku pêk tên hewl didin da ku ‘ranta siyasî’  berhev bikin ku nexasim dema ku ev tişt di terefa ku li dijî wan de be pêk bê ji ser vê bûyerê temamê saziyê gelemperî dikin ku ev yek jî  niyeteke nebaş û bêsamîmîtî ye.Tu tiştê  zêhniyetên mîna van yên ku ji bûyerên mîna vê hewl didin ranta sîyasî berhev bikin nîne bidin vî xelkî.”

 “Hewl hat dayîn da ku ev jirêderketîtî bikeve bin garantiya Makeqanûnê”

Di derbarê bê exlaqiyê de hat ragihandin ew kesên ku lûtîtiyê asayî dibînin û kesên mîna van hevezayend/lûtiyan wek namzedê parlementeriyê nîşan didin  heqê wan tune ye ku qala exlaqê bikin  û dûvre wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Ew zihniyetên ku hewl didin flort, têkilîyên xeyrî meşrû û hemû cûrên jirêderketîtiyan di nava civatê de belav û zêde bikin  musebbîbên wan kemînên ku ji bona xortên me hatine danîn û musebbîba wan tehlûkeya ku li pêşîya xortên me ne.Lewra xwedîyên vê zihniyetê ji bona ku ev jirêderketîtî bi hesantir di nava civatê de belav bibin teklîfan dan meclîsê û hetta ji bona ku ev jirêderketîtî têkevin bin garantiya Makeqanûnê hewl dane.Nûnerên zêhniyeta sîyasî ya malûm qîma xwe bi vê yekê jî neanîn û di ser de jî hinek jirêderketiyan wek namzedên parlementeriyê nîşan dan.Ew kesên ku têkilîyên mîna têkiliya pîrekan bi pîrekan re an jî ya mêren bi mêran wek jirêderketîbûnê nabînin  û wê jiyana bênîqah a di navbera mêr û jinan de wek zînayê telaqî nakin  û heta ji van jirêderketîtiyan re teşwîq dikin nikarin qala exlaqê bikin û heqê wan jî nîne ku qala vê yekê bikin.”

 “Pêwîst e ku cezayên herî giran ji wan jirêderketiyên ku van fiilên pîs û nebaş dikin bê dayîn û divê di dayîna vê cezayê de jî ferq neyê xistin navbera tu kesî”

Di berdewama nirxandina ku hat kirin de hat diyarkirin  ji bona civateke paqij divê hemû partî mûşterek tevbigerin  û wiha pê de hat çûyîn: “ Bêyî hisabên sîyasî û polîtîk  ji bona civateke paqij divê hemû partî mûşterek hereket bikin. Pêwîst e ku cezayên herî giran ji wan jirêderketiyên ku van fiilên pîs û nebaş dikin re bê dayîn û divê di dayîna van cezayan de jî ferq neyê xistin navbera tu kesî. Lewra ev trawma him ji hêla madî û him jî ji hêla manewî ve gelekî zêde zirarê dide kesên mexdûr û malbatên wan.Her weke din gelek kesên ku di vî warî de mexdûr bûne nikarin mexdûriyetên xwe bînin ziman ku divê ev yek jî neyê piştguhkirin.”

 “  Ew rêşkirinên ku ji bona sazî,cemaet û weqfên Îslamî werin bêîtîbarkirin tên kirin  fikrên nebaş in ku di vê de xaye û armanc kirina dijmintiya bi Îslamê re ye.”

Di dawiya daxuyaniya ku hatiye dayîn de di derbarê hewldanên ku ji bona bêîtîbarkirina sazî, cemaet û weqfên Îslamî tên dayîn de hat diyarkirin ev  fikrên nebaş in û wiha dawî li daxuyaniyê hat dayîn: “ Divê demildest ji bona nesleke dîndar û bierdem were mezinkirin çi pêwîst be  bê kirin û di vê pêvajoyê de jî ji şermandina kesên  îfsadker ên xerbî û ji taşeronên wan ên mehelî neyê tirsîn. Înşaakirina nesleke paqij ji înşaakirina bendav, balafirgeh û piran girîngtir e. Di vî warî de îxmala ku ew ê bê kirin ew ê bibe sedem ku xerakirineke civatî pêk bê. Ew rêşkirinên ku ji bona sazî,cemaet û weqfên Îslamî werin bêîtîbarkirin tên kirin  fikra nebaş e ku di vê de xaye û armanc kirina dijmintiya bi Îslamê re ye.Her wiha di vî warî de ew weqf û cemaetên Îslamî jî ji bona ku ji vê misyona xizmetê re helal û zirar neyê divê haydar bin û her wiha heger di nava wan de kesên rizî û pûç hebin divê wan tesbît bikin. Heger ev yek neyê kirin ew ê wê demê ji neyarên heq û xelkê firsed bê dayîn ku ew ê malzeme ji bo kesên li benda firsedê ne derkeve holê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir