• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji zoriya hînbûnê ya zarokan haydar bibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pisporan bal kişandin ku hînbûn ji roja însan tê dinê heta mirinê didome û ev hînbûn gor asta pêşvaçûna şexsê û taybetiyên wê şekl digire. Her wiha pisporan bal kişandin ku zoriya hînbûnê elametê kêm aqiliyê nînin.  

Terapîsta malbatan Dr. Obengul Ejder diyar kir ku zoriya hînbûnê ya ku ji teref dîsleksî tê zanîn ji teref perwerdekar û amlbatan ve baş nayê zanîn. Ejder bal kişand ku teşhîskirina vê yekê gelek girîng e.

Ejder di derbarê vê yekê de wiha axivî: “Dîsleskî, elametê kêm aqiliyê nînin. Heke dijwarî di dema xwendinê de wek pirsgirêkên kêm aqilî, ne sehkirin an jî pirsgirêkên nirilojîk ên din derkeve holê mirov nikare qala dîsleksiyê bike. Zarokên ku xwedî asta veset in dema ku di çarçûva asta xwe de ser nekevin dibe ku mirov qala dîsleskiyê bike û ji bo vê yekê dibe ku mirov nirxandinên zêdetir bike.”

 “Dîsleksî, ji teref perwerdekar û amlbatan ve baş nayê zanîn”

Ejder diyar kir ku gelek zarokên xwedî taybetên dîsleksiyê hene. Dûvre Ejder axavtina xwe wiha domand: “Ji ber ku ev pirsgirêk ji teref perwerdekar û malbatan ve nayê zanîn zarokên xwedî taybetên vê pirsgirêkê him li dibistanê him jî li malê bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Zarokê xwedî taybetên vê pirsgirêkê xwendin û nivîsandinê direng hîn dibin. Dabaş nînin ku qet hîn nebin. Lê gor tûndiya pirsgirêkê cuda ne.”

 “Dîsleksî pirsgirêkekê genetîk û norolojîk e”

Ejder destnîşan kir tehqîqat û lêkolîn didin nîşandan ku sedema dîsleksî hebek tenê nînin. Dûvre Ejder axavtina xwe wiha domand: “Lê gelemperî wek pirsgirêkek norolojîk û genetîk tê zanîn. Di dema tedawîkirinê de derman tune. Pêşvaçûna van zarokan bi rêbazên taybet û perwerdehiya terapiyê tê têrkirin.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir